• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Gelo êrîşkerê li Xarpêtê polês e?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat idîakirin êrîşa ku li ber Midûrtiya Ewlehiya Xarpêtê ya wek wesayîta bombebarkirî hatiye lidarxistin polêsê ku ji navçeya Kebanê hatiye vî êrîşê lidar xistiye.

Gor idîayên malbatên polêsên ku birîndar bûne polêsê ku ji navçeya Kebanê hatiye ji noqteya kontrolkirinê derbas nebûye û hatiye ber avahiya 2 yemîn a ewlehiyê. Piştî ku polês ji wesyîtê peyadibe ji wir dûr dibe û dûvre ev teqîn pêk tê.

Gor daxuyaniyên ku nefermî ne heta niha 9 kes mirine û nêzî 150 kesan jî birîndar bûne. Her wiha hat ragihandin ku di encama teqînê de çalekê mezin vebûye û bi dehan wesayît xisarê dîtine. Avahiya 2 yemîn a ewlehiyê jî bi tevahî texrîb bûye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir