Ev 430 roj e ku Ecrîn windaye
Ji Ecrîn Tunça 5 salî ya ku di 14ê Hezîrana 2015an de li Mêrdînê windabûbû hêj xeber nayê standin.
Ecrîn Tunça 5 salî di 14ê Hezîrana 2015an de li gundê Harmanliya navçeya Midyada Mêrdînê ji bo kirîna şêranî ji mala xwe derketibû û windabûbû, ji Ecrîna 5 salî ji wê rojê ve hêj xeber nayê standin.
Dê Nûrsel Ecrîn di derbarê qîza xwe ya ku windabûye de wiha axivî: “Qîza min li kû ye û di çi halî de ye ez nizanim.Dîsa qîza mirî ye yan jî sax e, ez wê jî nizanim.Xweda nesîbê min bike ku ez qîza xwe bibînim.”
Ecrîna 5 salî ji roja ku windabûye ve tê lêgerîn, lê hêj ji roja ku windabûye ve tu xeber jê nehat standin.(ÎLKHA)