• DOLAR 32.557
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2458.845
  • ...
 "Êrîşên PKKê ji emperyalîzma kûrewî re xizmetê dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kesê bi navê Selîm Salmanê ku Êlihiyî ye di derbarê mijarê de destnîşan kir ew lenetê ji van êrîşan re tîne  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKK bi van êrîşên bombeyî yên ku dike çi dixwaze?Em lenetê ji êrîşên wan re tînin.Em bi êrîşên PKKê hizûrê nabînin.PKK zêç û zarok, ciwan û pîr hema ji berê ve însanan qetil dike.PKK, tenê ji hêzên derve re xizmetê dike.Ev êrîş ji bona damizrandina Kurdistanê nayên kirin.Ev rêxistin îdîa dike ku ew ê dewleteke Kurd bidamezrîne, lê derew e.Ew tenê ji hêzên derve re dixebitin.Wekî din tu aramcên wan nîne.Ji PKKê herî zêde xelkê Kurd zirarê dibîne.”

“Êdî bila li dijî PKKê mucadele bê zêdekirin”

Kesê bi navê Yahya Koyin jî di derbarê mijarê de destnîşan kir çawa ku li dijî rêxistina paralel mucadele tên kirin bila bi heman awayî li dijî PKKê jî mucadele bê kirin.Koyin dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dizanin ku PKK heta îro tu çalakîya xwe li ser navê Kurdan nekiriye û di nava hisabinan din de ye.Ez wek Kurdekî ji PKKê re bang dikim: Çalakiyên xwe li ser navê Kurdan nekin, êdî nasnameya xwe ya esil eşkere bikin.PKK me temsîl nake, doza wan a Kurdîtiyê nîne.Em ji PKKê re dibêjin êdî bes e.Ez di vê mijarê de bang li hikûmetê jî dikim.Çawa ku di vî warî de li dijî rêxistina paralel tê mucadele kirin, bila bi heman awayî li dijî PKKê jî mucadele bê kirin.”

 “Êrîşên PKKê ji emperyalîzma kûrewî re xizmetê dikin”

Muhammed Şerîf Durmaz jî di derbarê mijarê de destnîşan kir  ew çalakîyên PKKê yên ku siwîlan hedef digrin nayên qebûlkirin û wiha pê de çû: “Ev cûr çalakî û êrîş dibin sedema berteka temamê xelkê.PKK tu tiştî nedaye xelkê û  tu feydeya wê jî nîne.Ev êrîşên ku tên kirin bi şikleke eşkere ji emperyalîzma kûrewî re xizmetê dikin.Ev 30 sal e ku xelkê Kurd marûzî êrîş û qetlîamên rêxistina PKKê dibe.Xelkê Kurd êdî hizûr û aştiyê dixwaze.Di bûyera ku doh li Diyarbekirê pêk hat de dîsa kesên siwîl hatin qetilkirin.Xelk êdî naxweze bibe marûzê qetlîaman û dibêje êdî bes e.”

Êlihiyên bi navê Mihemed  Emîn Oguz, Mustafa Kardaş û  Abdulhakîm Ayana jî di derbarê mijarê de axivîn û ji êrîşên ku tên kirin re bertek nîşan dan.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir