• DOLAR 32.458
  • EURO 34.766
  • ALTIN 2439.947
  • ...
"Bêdengmayîna ji vî wehşetê re mirov dike şirîkê sûcê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Giştî ya Cemiyeta Mafên Însanan di derbarê êrîşa ku li Diyarbekirê hat lidarxistin de daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bêdengmayîna ji vê êrîşê re mirov dike şirîkê sûcê.

Di encama êrîşa ku wek bombeyî hat lidarxistin de 5 polês, 1ê wî zarok, 2 siwîl bi tevahî 7 kes jiyana xwe ji dest dan. Navenda Giştî ya Cemiyeta Mafên Însanan di derbarê êrîşê de daxuyanî weşand. Di daxuyaniyê de berteka tund hat nîşandan.

Daxuyanî wiha hat domandin: “Beriya vî êrîşê de jî li Qoser û Diyarbekirê êrîş ji teref PKKê ve siwîl wek hedef hatibûn girtin. Bi yekê re jî eşkereye armanc ew e ku aştî û hizûra civakê di hedefe de ye. Bi van êrîşên terorî ve gelê me yên mesûm û belengaz hatine qetilkirin. Bi vî yekê re jî bi tirs û zextê hewl hatiye dayîn ku civak were dejenerekirin.”

Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat balkişandin: “Pêwîst e ev hişmendiya ku nirxên însan û însanî davêje bin piyan were şermezarkirin û were mehkûmkirin. Şermezarkirina van qetlîaman a ji gel re bûye wek peywîr.”

Di encama daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Bêdengmayîna ji vî wehşetê re mirov dike şirîkê sûcê. Kesên ku hewl didin hesabên pêk bînin dê bi hêrsbûna gelê me re rû bi rû bimînin. Ev roj pir nêzik in. Em rêxistina PKKya ku wek zanîn siwîlan qetil dike şermezar dikin.”

Dûvre di daxuyaniyê de kesên ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re rehmet hat xwestin û ji birîndaran re jî şîfa hat xwestin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir