• DOLAR 32.452
  • EURO 34.754
  • ALTIN 2437.68
  • ...
Şahidên êrîşê wextên dehşetê anîn ziman
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di êrîşa ku îro piştî nîvro hatibû kirin de 4 jê polês û 3 jê siwîl tevde 7 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 21 kes jî birîndar bûbûn.

Fadlullah Çelîkê ku ji êrîşê re bûbû şahid di derbarê mijarê de destnîşan kir ew ji hevdîtina mehqûman ji Diyarbekirê dihatin û dema ku ew li istasyona sotemeniyê behna xwe vedidan êrîş pêk hatiye.

Çelîk di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Em ji bo nimêjê li istasyona sotemeniyê mola dabûn.Dema ku me nimêj dikir pêşî dengê çekan hat  û dû re jî dengê teqîneke pir mezin hat.Digel em ji cihê teqînê 300-400 metro dûr bûn jî ji ber tesîra teqînê tu kesî nikaribûn hevdû bibîne.”

“Blokên betonê li ser karkeran de ketibûn”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku ew çûne cihê êrîşê li xwe heyîrî mane û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin di bin bloken betonan de gelek karker mabûn.Me kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn dît , lê tiştek ji destê me nedihat.Blokên betonan li ser karkeran de ketibûn.Li wê derê gelek karker mirin û birîndar bûn.Dema ku hevalekî me nimêj dikir parçeyeke hesin li ser serê wî de derbas bû.Hêj guhên me diêşin.Di wesayîta me de xisar pêk hat.Ziravê wan çûkên ku difiriyan jî qetiyabû û miribûn.”

“Xweda Teala wan kesên ku vê zilmê kirine bibeicîne”

Kesê bi navê Mucahît Bulut ê ku ji bûyerê re bûbû şahid jî di derbarê mijarê de destnîşan kir dema ku ew nimêj dikir ji ber tesîra êrîşê li bin guhê dîwar ketiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di dema teqînê de min tiştek fêm nekir.Dema ku ez derketim derve hemî der di nav tozê de mabû.Piştî ku toz belav bû re em çûn cihê ku êrîş hatiye kirin.Cara ewil em têketin qereqolê.Blokên betonan tev ketibûn erdê û deng ji nava qereqolê dihat.Min di bin bloken betonan de di laşen bêrih dîtin.Her wiha min wan polêsên ku jiyana xwe ji dest dabûn û li ber mirinê bûn jî dît.Perçeyên caman îsabetî qirika hinek hemwelatîyan kiribû û nikaribûn wan perçeyan derbixin.Embûlans dereng hatin. Ji vê re gotina dehşete hindik e.Gelek karker mirin. Xweda Teala wan kesên ku vê zilmê kirine bibeicîne.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir