• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Qetlîmanên ku li dijî siwîlan tên kirin nayê qebûlkirin û ev yek wehşet û hovîtî ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Giştî ya HUDA PARê êrîşa bombeyî ya  ku li ser sê rêya Batman-Mêrdîn-Diyarbekirê hat kirin û tê de kesên siwîl birîndar bûbûn bi daxuyaniyeke nivîskî tel’în kir.

Ev êrîşên ku ji teref çeteyeke ku eqlên wan ji serê wan hatiye girtin ve hatiye kirin dijmintiya xelkê ye

Di daxuyaniya ku hat weşandin de di derbarê mijarê de wiha hat destnîşankirin: “Nexasim ew êrîşên ku bi hinceta esker û polêsan an jî şexs û avahiyan ji teref PKKê ve li dijî kesên siwîl tên kirin nayên qebûlkirin û ev wehşet û hovîtî ye.Ev çalakîyên derê însanî yên ku tê zanîn di serî de dê zirarê bidin siwîlan ji tu armancên meşrû re xizmetê nakin û di nav xwe de tu nirxên Îslamî û însanî nahewînin. Ev êrîşên ku ji teref çeteyeke ku eqlên wan ji serê wan hatiye girtin ve hatiye kirin dijmintiya xelkê ye ku ev yek ji vê pê ve nayê tu watê ye.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin îro di vê xala ku lê hatiye hatin de ev êrîşên PKKê ne yê heyirandinê ne û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Eşkereye PKKyê ku maşikê emperyalîstan e û bi vê yekê difexire ji bo kesên emperyalist bigihijin emel û armancên xwe lezê daye qetlîam û cinayetên xwe.Ev şebekeya îxanetê ya ku ji roja ku hatiye damizrandin vir ve tunekirina muxalifan ji xwe re kiriye armanc û hedef  di van salên dawî de di serî de li wan navçeyên ku zêde piştgirî jê re tê dayîn, beyî nihêrtina hedefê, xelkê siwîl qetil dike ku ev yek her çi qas bi keser be jî ne ya heyirînê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji Xweda Telala ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane re rehmet, ji kesên birîndar re şifa  û ji malbata kesên ku jiyana xwe ji dest dane re jî sersaxî hat xwestin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir