Walîtiya Diyarbekirê: Di êrîşê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan
Ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve di derheqê êrîşa wesayîta bombebarkirî ya ku li Navenda Venihartina Trafîka Heremê hat kirin de daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin di êrîşa ku hatiye kirin de 2 jê polês û yek jê zarok tevde 3 kes jiyana xwe ji dest dane û 25 kes birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya walîtiyê êrîş di derdora seat 13.10an de hatiye kirin.Li gor daxuyaniyê ji 25 kesên ku birîndar bûne 8 kes polês in.(ÎLKHA)