Li Diyarbekirê êrîşa bombeyî: 2 mirî û gelek zêde birîndar hene
Li Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li Navenda Venihartina Trafîka Heremê ya li ser 3 rêya Diyarbekir û Mêrdînê hat kirin.Di êrîşê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Êrîş di derdora 13.10an de pêk hat û hat ragihandin ji ber êrîşê mirî û birîndar hene.
Li gor agahiyên ku ji şahidan hatine wergirtin beriya êrîşê dengê çekan hatiye bihîstin û 2 îstasyonên sotemeniyê bi temametî texrîb bûne.Her wiha dîsa li gor agahiyên ku ji şahidan hatine wergirtin di êrîşê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji şahidana hatine wergirtin kesên êrîşker pêşî bi çekan li ser navenda polêsan de gule reşandine û piştî ku polês derketina derve wesayîta bombebarkirî dane înfîlakkirin.Ji ber êrîşa ku hat kirin 2 îstasyonên sotemeniyê bi temametî texrîb bûne û li cihê bûyerê çaleke kûr vebû.
Her wiha hat hînbûn kesên bi navê Herdem Çetîner û Turkan Denîzera ku ji bo ziyareta mahqûman diçûn Girtîgeha Tîpa Dyê ya Diyarbekirê ji ber teqînê birîndar bûne.Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê.
Dê hûrgilî bên nûkirin…(ÎLKHA)