Di derheqê Demîrtaş, Yuksekdag û Beştaş de daxwaza hepsê
Ji teref Serdozgeriya Komarê ya Edenê ve di derheqê Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de û her wiha di derheqê Meral Daniş Beştaş de 5 îddînameyên cuda hatin amadekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Edenê di derheqê Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de û her wiha di derheqê Meral Daniş Beştaş de ji ber ‘Kirina propagandaya rêxistina terorê’ û ‘ li dewlet, hikûmet û li çend cihên din kirina heqaretê’ 5 îddînameyên cuda amade kir.
Fezlekeyên ku di derheqê Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de û her wiha di derheqê Meral Daniş Beştaş de hatibûn amedikirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Edenê re hatin şandin.
Li gor îdîanamê ji Demîrtaş re 5, ji Yuksekdag re 2 û ji Beştaş re jî heta 2 salan ceza tê xwestin.(ÎLKHA)