Li Mêrdînê operasyona PKKê: 15 binçavî
Di operasyonên ku li Mêrdînê li dijî PKKê hatin kirin de encumenên Şaredariya Artukluyê jî di nav de tevde 15 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên ku li Mêrdînê li dijî PKKê hatin kirin de encumenên Şaredariya Artukluyê jî di nav de tevde 15 kes hatin binçavkirin.Hat ragihandin kesên ku hatine binçavkirin haziriya êrîşa bombeyî dikirin.
Di serdegirtinên ku hatin kirin de Hevserokê DBPê yê Mehsertê A.A. û encumenên Şaredariya Artukluyê M.AA., R.A., M.D.T., R.Z. û Î.N. jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.
Ji bilî van agahiyan hat hînbûn kesê bi navê R.A. ji bo êrîşa bombeyî qamyonet standîye û kesê bi navê M.D.T. jî ji bo êrîşê keşif kiriye.Hat ragihandin kesên şikdar dê 14-15ê êrîşê li dar xistibana ku vê yekê jî îtîraf kirin.(ÎLKHA)