Wesayîta eskeriyê dê bûbana sedema tunabûna malbatekê
Qezaya ku wesayîta eskeriyê jê re bû sedem gav bi gav ji teref kamerayê ve hat qeydkirin.
Li ser Rêbeja Cizîr –Şernexê wesayîteke siwîl xwest ku wesayîta eskeriyê derbas bike, lê ji ber ku wesayîta eskeriyê ya li pêşîya wê, rê neda wesayîtê û pêşîya wê girt, qeza pêk hat.
Di dîmenên ku ji teref ajokarên li pey wan ve hatine girtin de qeza kêlî bi kêlî tê dîtin.
Li gor agahiyên ku ji şahidan hatine wergirtin wesayît nêzî 10 kîlometreyan hewil da da ku wesayîta eskeriyê derbas bike, lê di hemla xwe ya dawî de wesayîta siwîl qeza kir.Di vîdyoya ku ji teref kamerayan ve hatine kişandin de tê dîtin ku wesayîta leşkeriyê bizanebûn rê li ber wesayîta siwîl teng kiriye û bûye sedem ku wesayîta siwîl qeza bike. Di dîmenan de tê dîtin şerîda rastê temamêtî vala ye, lê hêj nehatiye fêmkirin wesayîta leşkerî ji bo çi rê nedaye wesayîta siwîl da ku derbas bibe.
Hat hînbûn di wesayîta siwîl de tevlî dê û bav her wiha 3 zarok jî hebûn.Di qezaya ku li nêzî gundê Xoserê pêk hat de hat hînbûn tiştek bi tu kesî nehatiye ku ev jî bû wesîleya kêfxweşiyê.
Wesayîta leşkerî ya ku di dîmenên ku ÎLKHAyê bidestxsitiye de xuya dike, tê meraqkirin çima rê nedaye wesayîta siwîl.(ÎLKHA)