• DOLAR 34.674
  • EURO 36.72
  • ALTIN 2921.452
  • ...
 "Sedeme ku êrîşa li min hatiye kirin Walî Mutlu ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karsazê ehlê Çewlîgê yê bi navê Bayram Gîrîşen idîa kir ku ew di encama hevkariya Waliyê Diyarbekirê yê wî heyamê Huseyîn Avnî Mutlu ya hevkariya ku bi FETO/PDYyê re hat kirin de  dûçarê êrîşa çekî bûye.

Piştî ku teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê hat lidarxistin bûyerên ku têkiliya wan bi FETO/PDYê re heye hêdî hêdî derdikevin holê. Karsazê ehlê Çewlîgê yê bi navê Bayram Gîrîşen idîa kir ku ew di encama êrîşa çekî ya FETO/PDYê de duçarê zirara mezin bûye û ji ber vî yekê ew mecbûr maye ciyê xwe guherandiye.

“Piştî hevdîtina bi Walî Mutlu re êrîşê min kirin”

Bayram Gîrîşenê ku saziya paralel jê re qomplo lidarexistiye serpêhatiyên xwe ji ÎLKHAyê re anî ziman. Gîrîşen idîa kir ku ew ji teref kesê ku bi Huseyîn Avnî Mutluyê Waliyê Diyarbekirê ya heyamê hevdîtin kiriye ve dûçarê êrîşê bûye.

Gîrîşen ragihand ku zexta FETO/PDYyê ya ku li wî dihat kirin di salên 2005-2010an de zêdetir bûye. Her wiha Gîrîşen idîa kir ku rêxistin ji bo îxaleyan daxwaziyên cûr bi cûr jê xwestiye. Ji ber ku ev daxwazî pêk nehatiye ew ji teref wan ve hatiye mexdûrkirin.

 “FETO/PDY, bi Walî Mutlu re bû yek karê min ji destê min sitand”

Gîrîşen diyar kir ku ji ber erdheja sala 1975an a li Lîceyê ji bo mexdûrên erdhejê dê 879 avahî bihatbana sazkirin. Lê Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Avnî Mutlu yê wî heyamê û saziya paralel îşê wî ya hanê jê sitandine. Dûvre Gîrîşen wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo mexdûrên erdheja Lîceyê dê li ber rêya Diyarbekir-Rihayê avahî bihatibana sazkirin. Ji bo vî yekê min bi Wezîrê Karûbarên Derve yê Kevin Kevin Abdulkadîr Aksu re hevdîtin kir da ku avahî werin tesîskirin. Min diyar kir divê ku mexdûriyeta wî gelê were çareserkirin. Min qala rewşa mexdûrên erdhejê kir. Heke avahî bihatiba sazkirin dê Tirkiye ji dana tezmînatê xelas bûbûya. Min qala mijarê ji Zekî Ergezenê Wezîrê Avadanê yê heyamê xwest ku ev daxwazî pêk were. Ji ber vî yekê ev erd ji bo avahiyan hat texsîskirin. Piştî vî yekê yekî hat buroya min û got dê tu xewgeha li Kayapinarê biqedînî û dûvre teslîmê me bikî. Min jî got dê ez vî yekê nekim. Ji min re gotin heke tu vî yekê nekî dê bedela wî giran bibe.”

 “Xeberê Walî hebû ku gundî hatin tehdîtkirin û wekaletên wan hatin îptalkirin”

Gîrîşen diyar kir ku endamên FETO/PDYyê ji bo ku karê wî asteng bikin hewl dane. Dûvre Gîşîşen wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min li afetzedeyê wekaleta 879 avahiyan ji gundiyan sitand. Li ser vî yekê zilamên saziya paralelê bang li hemî mixtartên gundin hawîrdor kir. Midûrê Bajêr ê Avadaniyê K.Ş. û H.O. di mêvanxaneyê de hevdîtin kirin. Xeberê Walî hebû ku gundî hatin tehdîtkirin û wekaletên wan hatin îptalkirin. Li ser vî yekê hinek gundiyan wekaleta xwe yên cem min betal kirin.”

 “Ji gundiyan 13 mîlyon lîre xerec berhevkirin”

Gîrîşen destnîşan kir ku heman zilaman rojekî li Midûrtiya Bajêr ê Avadaniya Diyarbekirê civandiye û ji xwediyê mafan 5-6 milyar bexş civandiye. Dûvre Gîrîşen wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi perê wî wextê 13 trîlyon pere hat sitandin. Bi perê ku hat berhevkirin saziyên xewgehê yên aydê qadê hat înşakirin. Kesê li pişta vî yekê Waliyê Kevin ê Bajarê Diyarbekirê Huseyîn Avnî Mutlu ye.”

 “Ji ber ku min daxwaziya wan pêk neanî wan karê min ji destê min sitandin”

Girîşen diyar kir ji ber ku wî daxwaziya FETO/PDYê pêk neaniye rêxistinê hemî karê wî jê sitandiye. Dûvre Gîrîşen wiha pê de çû: “Kesê ku vî yekê li min kir berpirsyarê Diyarbekirê ya saziya paralel bû. Di serê vî yekê de Avnî Mutlu hebû. Min ji ber van neheqiyan xwest ku ez bi walî re hevdîtin bikim lê misade nekirin.”

 “Dest danîn ser hemî milkên ku di banqeyan de bû”

Gîrîşen belav kir ku FETO/PDY înşaeta dibistana 16 fêrxaneyê jî jê sitandiye. Gîrîşen wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwîst bû ku dibistan bihatiba qedandin lê wan ji bo ku ez înşeatê neqedînim çi ji destê wan dihat dikirin. Rojekî kesekî yê  bi navê M.S. hat buroya min. Dûvre min bihîst ku têkiliya wî bi tiştên qirêj û çewt re heye. Ew ji zilamên paralelê yên li vir e. Wî diyar kir ku li vî hawîrdorê ji xeynî wî kes nikare li herêmê bixebite. Ji ber vî yekê wî destnîşan kir pêwîst e ku ez vî karê bidim wî. Min lê mêze kir ku tu rêya wî tune min vî avahiyê di hizûra noterê de da wî. Dîsa ez hatim mexdûrkirin. ”

 “M.S.yê ku înşaeta dibistanê ji min sitand bi Walî Mutlu re hevdîtin kir”

Gîrîşen diyar kir ku di wî çaxê de FETO/PDY di qîmeta 40 milyonê de zirarê daye wî bi xwe. Her wiha Gîrîşen ragihand ku ji bo ev mexdûriyet were çareserkirin çûye wîlîtiyê. Lê destûr nedane wî ku bi walîtiyê re hevdîtin bike. Li ser vî yekê wî ragihand ku di wê gavê de wî bê destûr dema deriya odeya walî vekirî bûye ew çûye odeyê. Dûvre Gîrîşen wiha pê de çû: “Min dît M.Syê ku înşaeta dibistanê ji min sitand bi Walî Mutlu re hevdîtin dike. Dema ku Walî Mutlu min dît j imin re qêr kir got tu çawa bê destûr hatî hindir. Min ji M.S.yê re got; ‘tu li vir çi dikî?’ wî jî reng avêtibû. Ez zivirîm min ji walî re got; ‘ez endamê MUSÎADê me. Ez Misliman im. Hûn çawa van zulman ji min re rewa dibînin? Ev yek çewt e. Hûn bi telîmata kî hereket dikin?’ Walî Mutlu ji min re got; ‘Em ji bo ku çeteyên wek we ji holê rakin li vir in.”

 “Li ber çavê pêlêsên paralel li min xistin”

Gîrîşen diyar kir piştî ku ew ji walîtiyê derketiyê zilamê di meqama qeymeqam de êrîşê wî kiriye. Dûvre Gîrîşen wiha destnîşan kir: “Piştî ku ez ji wir derketim M.Syê ku di meqama qeymeqamê Walî Mutlu de bû, ajovanê Qeymeqamê Bîsmîlê û fermandarê qereqolê bi hev re êrîşê min kirin. M.S. 17 berik reşand minev bûyer li ber qereqola polêsan qewimî. Polêsên wir dîtin lê midaxale nekirin. Ez hemî polêsên ku di qereqolê de ne nas dikim. Hemî polêsên saziya paralel in. Di derbarê bûyerê de belkû min 50 caran îfade daye. Ez ji wan şexsan gilîdar bûm. Çendîn caran hewl dan ku min birevînim.”

Gîrîşen diyar kir ku di gel her tiştî ev bûyer nehat zelalkirin. Dûvre  Gîrîşen wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min daxwazname di dîroka 18.2.2010an de da Serdozgeriya Komarê. Qeydên qemereyê ya di derbarê vî yekê de kontrol bikin. Walî Mutlu û şexsê kum in navê wî dabû di meqamê walî de diaxivîna.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir