• DOLAR 34.675
  • EURO 36.681
  • ALTIN 2940.31
  • ...
Yapicioglu, Serokê Meclîsê Îsmaîl Qahraman ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu  ji ber ku di 15ê Tîrmehê de TBMM hat bombebarankirin Serokê Meclîsê Îsmaîl Qahraman li mewqiya wî,   ziyaret kir û jê re xwestekên xwe yên selametî be anî ziman.

Ji ber ziyareta ku hat kirin Serokê Mesclîsê Îsmaîl Qahraman memnuniyeta xwe anî ziman û destnîşan kir ji sala 1960an vir ve gelek darbe hatin kirin û heyama darbeyan digel berxwedana bi qehramanê ya xelkê hatiye girtin.

Yapicioglu di dema ziyaretê ji Qahramanî re selametiyê niyaz kir û destnîşan kir tehlûkeyeke mezin hatiye derbaskirin,  bi serneketina teşebûsa darbê lutfa Xwedê ye.

Yapicioglu her wiha destnîşan kir ew di 15ê Tîrmehê de li dijî darbekeran banga berxwedanê kirine û ew wek partî li welêt xwe berdana kolanan.Yapicioglu bi heman awayî di derbarê tewra ku wan li dijî darbê nîşan dane de jî wiha diyar kir : “Ji alîkariyên Serokê Giştî yê Stenbolê yê partiya me, kesek bi xwe jî derket li ser wan tankan.”

Yapicioglu di derbarê mijarê de wiha nirxandinan kir: “Her çi qas rejîm bi bawerîya xelkê re ne li hev be jî ji ber ku li serî kesekî ku bi nirxên xelkê re di nava aşîtiyê de ye heye, millet li dijî darbekeran xwe berda kolanan û li dijî tankan xwe kirin mertal.Ger ku sîstem ji nû ve li gor bawerîya millet bê nûkirin, dê tu kes nikaribe  kirina darbê ji eqlê xwe derbas bike.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir