"Kurd li dijî darbê helwest û sekneke cîddî nîşan dan"
Sosyolog Mufîd Yuksel û Nivîskar-Lêkolîner Abdulkadir Turan di derbarê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de nirxandinan kirin û destnîşan kirin xelkê Kurd li dijî darbê helwest û sekneke cîdî nîşan da, divê dev ji wan polîtîkayên ku dibin sedem xelk berê xwe bidin PKKê bên berdan.
Sosyolog Mufîd Yuksel û Nivîskar-Lêkolîner Abdulkadir Turan helwest û tewra xelkê Kurd a di dema teşebûsa darbê û piştî darbê de ji ÎLKHAyê nirxandin.
“Xelkê Kurd ji fanteziyên şoreşkeriyê yên PKKê re bersiveke erênî neda”
Sosyolog Mufîd Yuksel di derbarê mijarê de wiha nirxandinan kir: “Xelkê Kurd di dema kolana xendekan de û di dema îlankirina xweseriyê de bersiveke erênî neda fanteziyên şoreşkeriyê ya PKKê.Her wiha guh nedan xwepêşanên li kolanan jî.Bi vî awayî xelkê Kurd bi rastî helwesteke baş nîşan da.”
Yuksel di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir xelkê Kurd di dema darbê û piştî darbê de jî li dijî darbê helwest û sekneke cîddî nîşan da û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kurdên ku derketin li ser tankan hene, Kurdên ku jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn jî hene.Xelkên din li dijî darbê helwesteke çawa nîşan dabin, bi heman awayî xelkê Kurd jî helwestek nîşan dan û cihê xwe di wan xwepêşanên li dijî darbê de bi şikleke qelebalix û girseyî girtin.Kurd li welatê wan hîsên ku temamê Mislimanan li ser xwe digrin, girtine li ser xwe.Xelk yekîtî û digelheviya xwe li meydanan nîşan dide.”
“Kurd civat civat tevlî xwepêşanên li dijî darbê bûn”
Abdulkadir Turan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Kurd him li xerbê û him jî li rojhilat civat civat tevlî xwepêşanan bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xelkê Kurd mîna Tirkan li dijî darbê helwest nîşan da.Li bajêrên mîna Stenbol û Enqerê jî Kurd tevlî xwepêşanan bûn.Birîndar bûn, jiyana xwe ji dest dan.Ez dixwazim vê jî bibêjim, hê di destpêka teşebûsê de ji teref HUDA PARê ve li Batman, Diyarbekir, Bîngol û bajêrên din ên rojhilatê xwepêşanên ku bala Tirkiyê kişandin hatin lidarxistin.Ji xwe ger ku li qeyda wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne exlebe eslê xwe rojhilatî ne.”
“Hêza esil a ku darbê asteng kir komên Îslamî bûn”
Abdulkadîr Turan di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir hêza esil a ku darbê li welêt asteng kir komên Îslamî bûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêza esil a ku darbê asteng kir komên Îslamî bûn.Ew şehîd dan.Fîkrîyata li dijî darbê aîdî komên Îslamî ye.Ger ku di destpêka teşebûsê de komên Îslamî xwe bi tekbîran neberdabana kolanan dê tu kes derneketibana derve.Pêşengiya vî karî wan kir.Ev pêşengî, pêşengiya ummetbûnê ye.”
“HDP li dijî teşebûsa darbê helwesteke cîddî nîşan neda”
Nivîskar û Lêkolîner Abdulkadîr Turan jî di dinirxandina ku di derbarê mijarê kir de diyar kir ji hêlekê ve teşebûsa darbê li Kurdan hat kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hawirdorê HDPê li dijî vê teşebûsa darbê helwest û sekneke cîddî nîşan neda.Berawajî kesên ku tevlî xwepêşanên protestoyê yên ku li dijî bûbûn, rexne kirin û hewl dan da ku wan kesên ku tevlî xwepêşanan bûne biçûk nîşan bidin û heqerat li wan bikin.Lê belê xelkê Kurd heta dawiyê jî li dijî helwesta HDPê helwest nîşan da û li dijî teşebûsa darbê rawestiya.”(ÎLKHA)