• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Xwendekara pola 8 emîn di êrîşa PKKê de jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin kesên di êrîşa PKKê ya ku li navçeya Qosera Mêrdînê ya ku dema wesayîta polêsan derbas bûbû wek bombeyî hatibû lidarxistin de polêsek bi navê Nurettîn Tekîn, Asli Aydemîra xwendekara pola 8 emîn û Abdurrahman Çecanê 23 salî ne.

Hat ragihandin ku Asli Aydemîra xwendekara pola 8 emîn ji ber ku dibistan tatil bûbûn cem bavê xwe yê bi navê Rifat Aydemîr di dikana donerê de dixebitiya.

Aydemîr, dema ku bi bavê xwe re bi motorsîkletê diçûna mala xwe dûçarê êrîşa wesayîta bombeyî bûn. Asli jiyana xwe ji dest da. Bav Aydemîr jî lingekî xwe ji dest da.

Her wiha hat destnîşankirin ku Abdurrahman Çeçanê 23 salî jî xwediyê 2 zarokan bû û di marketekî de midûrtî dikir. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir