Qafîleya hecê ya ewil ji Diyarbekirê derket
Ji bo ku ferîzeya xwe ya hecê pêk bînin qefîleya endamên heciyan a ewil ji bo ku biçe axên miqedes ji Diyarbekirê derket rê.
Di bergeha lidarxistina hecê ya Serokatiya Karûbarên derve ya Diyanetê de qefîleya ewil a ku dê ji bo hecê îsal biçûya axên miqedes ji Balafirgeha Diyarbekirê hat birêkirin.
Endamên heciyan destnîaşan kirin ku ew pir kêfxweş û bi kelecan in û wan bal kişand pêwîst e ku her Misliman vê hestê bijî. Her wiha endaman diyar kir ku dê ew ji bo alema Îslamê dua bikin.
Ji endamên heciyan Sabrî Dere hestên xwe wiha anî ziman: “Heke Xweda nesîb bike dê em biçin Hîcazê. Dê em teaf bikin. Dê em Pêxemberê me (as) bibînin û li wir dua bikin. Dê em wek dua bibêjin; ‘Ya Rebbî! Tu zulma li ser gel, milet, welatê me rake.’ Her tim musibet û zulm li ser me dibare.”
Hayrettîn Kurtoglu lî destnîşan kir ku dê bi wesîla yeşebusa derbeyê li axên miqedes dua bikin. dûvre Kurtoglu wiha axivî: “Em dizanin ku derbe pirsgirêkên mezin derdixin holê. Me derbeya 12ê Îlonê jî dît. Me dît ku gel wir çi qas mezlûmî mexdûr û belengaz bû. Ji ber ku teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê pêk nehat pêwîst e ku mirov şukur bike. Lewra dê bûbûya sedema fitne û fesadiyekî mezin. Serê vî fitneyê Emrîka dikêşe.”
“Xweda firset nede zalim û kafiran”
Mukadder Kurtoglu jî diyar kir ku çendîn sal e ew bendewar in ku biçin hecê. Dûvre Kurtoglu hestên xwe wiha anî ziman: “Înşaellah dê bibe nesîbê her Mislimanê. Dê em biçin axên miqedes û ji bo alema Îslamê dua bikin. Înşaellah ji bo welatê me kîjan xêr e Xweda wî bike nesîb. Xweda firset nede zalim û kafiran.” (ÎLKHA)