• DOLAR 32.468
  • EURO 34.703
  • ALTIN 2436.26
  • ...
 "Bila gelê Sûrê carek din mexdûr nebe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Hur-Derê Parêzer Şaban Dalgin ji ber ku komîsyona ji bo xisara eşyayên li navçeya Sûra Diyarbekirê ya di şerê de zirarê dîtiye wek nirx behayê kêm destnîşsn dike bertek nîşan da.

Dalgin bal kişand ji bo ku gelê Sûrê carek din mexdûr nebe divê ku hewl bê dayîn û ji ber ku di nav karê ku tê kirin de pere heye saziya paralel û PKK des avêtiye vî yekê jî.

Dalgin wiha pê de çû: “Di komîsyona ku ji bo gelê ji berê ve heta niha zirarê dibîne hatiye sazkirin de pirsgirêk heye. Di vî karê de perekî zêde heye. Em baş dizanin ji însanên ku bê xwedî ne, parêzerê wan tune û nikare mafê xwe biparêze re perekî pir kêm tê dayîn. Divê ku ev zulm demildest were çareserkirin. Bila gelê Sûrê carek din mexdûr nebe.”

 “Ev însan cara duyemîn e ku mexdûr dibin”

Dalgin diyar kir ew nirxa ku ji bo eşyayên navçeya Sûrê ya ji teref komîsyonê ve hatiye diyarkirin ji ber ku pirr kêm e însanê dişkîne. Dûvre Dalgin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo eşyayên di nav malê de 500 TL didin însanan. Ev nirx însanan rencîde dike. Kesên ku tên rencîdekirin zêdetir bi hêrs dibin û ji bo ku dijî zulmê derkevin îsyan dikin. Sedema çal vedana ya li nav Sûrê ew e ku însanên wir mezlûm û belengaz e. Niha ev gel cara duyemîn e ku mexdûr dibin.

Gelê Sûrê ji ber vî jimara ku wek pere tê dayîn mexdûr dibe. Pêwîst e ku ev yek demildest were tehqîqkirin. Ji ber ku di nav vî yekê de pere heye saziya paralel û PKK dest avêtine vî yekê. Em dixwazin ku dewlet jî li ser vî yekê bisekine. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir