"Ev dîmen dijminan qasê sibeha 16ê Tîrmehê xemgîn kiriye"
Di Mîtînga Demokrasî û Şehîdan a li Qada Yenîkapiyê hat lidarxistin de Serokkomar Erdogan Xîtabê gel kir. Erdogan wiha destnîşan kir: "Ev dîmen dijminan qasê sibeha 16ê Tîrmehê xemgîn kiriye."
Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di Mîtînga Demokrasî û Şehîdan a li Qada Yenîkapiyê hat lidarxistin de xîtabê gel kir diyar kir ku ev dîmena li qadê dijminan herî kên qasê sibeha 16ê Tîrmehê xemgîn kiriye.
Erdogan axavtina xwe wiha domand: “Îro di Qada Yenîkapiyê de bi Serkanê Giştî yê Leşkerî, Serokkomar, Serokwezîr, Serokê Giştî yê MHPê û ji 81 bajarên me ji her meşreb, însanan re ev dîmena hanê dijminên welatê me qasê sibeha 16ê Tîrmehê xemgîn kiriye. Ev menzere îlan û îspata hedefa 2023yan e.”
Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku dê tu kes nekarê vî gel têxe esarete. Dûvre Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “We di 15ê Tîrmehê de da nîşandan ku dê em qethiyen esaret û zillete qebûl nekin. We singê xwe ji luleyan re kir sîper, we xwe li ber tankan dirêj kir û we hemle li balafir û helîkopteran vî yekê fiîlî da nîşandan.”
“Divê ku em dozan ji nû ve tehqîq bikin”
Erdogan bal kişan divê ku ji bo sazkirin û mirefehiya Tirkiyeyê divê ku mîladek çêbe. Dûvre Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwîst e ku em wek wîjdanî tiştên ku di eqlan de wek pirs maye, hemî pirsgirêkan û bûyerên ku pirsgirêkan tîne holê danin ser masê. Çeteya îxanetê ya FETOyê dozên ku beriya Hêzên Çekiyên Tirk vekeirine tehqîq bikin.” (ÎLKHA)