• DOLAR 32.495
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2441.303
  • ...
 "Em ji mêj ve dizanin ku ev kes  çi qas xedar in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Em ji mêj ve dizanibûn ku ew zihniyeteke zalim û xedar in.”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Me di salên 1990 û 2000an de ji vê rêxistinê zirar dît.Her wiha heta niha gelek camieyên Misliman jî  ji vê rêxistinê zirar dîtin.Me di teşebûsa darbê de li Enqere û Stenbolê wek camiê birayên xwe wek şehîd û gazî da.”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de balan kişande li ser Mislimanên ku ji teref rêxistina parelel ve ji zindanan re hatine avêtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew tiştên ku li Yûsîfiyan dihêtin kirin zilm e.Her wiha  bûyerên Cizîr, Yasîn û bûyerên 6-7ê cotmehê jî zilm in  û em bawer dikin ku di pey van hemî bûyeran de ev zihniyet heye.Ji ber ku em van yekan dizanibûn di kêliya ewil a teşebûsa darbê de me digel temamê sazî, ferd û zêç û zarokên xwe,  xwe berda meydanê.Me hebûna xwe ya li meydanan heta îro domand  û em digel we li dijî zaliman sekinîn. Em ji mêj ve dizanibûn ku ew zihniyeteke zalim û xedar in.”

Şîmşek di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir xwestekeke wan ji hikûmetê heye û wiha li dawî li axavtina xwe anî: “ Em dixwazin ji vê derê tiştekî dîsa bînin bîran. Ger ku hûn dixwazin van zilmên ku van zaliman ji rabirdûyê heta niha kirine ji rastê rabikin divê hûn di serî de wan Yûsîfiyên di zindanê de yên ku bi destê rêxistina parelel hatine mexdûrkirin serbest berdin  û wan mexdûriyetên ku bi destê vê rêxistina paralel hatine kirin ji rastê rabikin.Em cardin van teleb dikin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir