• DOLAR 32.507
  • EURO 34.929
  • ALTIN 2420.12
  • ...
Li Rihayê doxtorê ku tansiyona çavan tedawî bike nîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mustafa Çubukluyê Rihayî yê ku 2 zarokên wî bi nexweşiya tansiyona çavan ketine ji ber ku li bajêr di vê branşê de doxtor nînin di warê tedawîkirina nexweşiya zarokên xwe zehmetiyê dikşîne.Çubuklu ji bo ku çareseriyek ji tunebûna doxtoran re bê dîtin bang li kesên rayedar kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di her du çavên her du qîzên min de jî nexweşî heye.Ez diçim Edenê û têm.Ez bi meaşa destmizeya kêmtirîn dixebitim.Her cara ku ez diçim têm 300 lîre mesref ji min re derdikeve.Ez li serê ameliyetekê jî 2 hezar û 200 lîre pere didim.Ez ji hikûmet, dewlet û parlementeran tiştekî tenê dixwazim.Bila doxtorên ku di branşa çavan de pîspor in bînin Rihayê.Min çend nexweşxanê Rihayê geriyam, lê tu kes tunebû ku bi min re eleqedar bibe.Tenê li Nexweşxaneya Akademiyê doxtorek heye û ew jî dibêje rayeya min nîne.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir