Malbata Farûq Afşînê ku ji teref rêxistina paralel ve hatibû revandin, axivî
Malbata Farûq Afşînê ku ji teref polêsên rêxistina paralel ve hatibû revandin û îşkenceyên giran ên cûrbecûr lê hatibûn kirin û dû re bi zabitnameya îfadê ya ku tê de sûcên bêbinî hebûn û ne bi îmzaya wî hatibû îmzakirin bûbû mehqûmê hepsa muebbet, zilma ya 17 salan anî ziman.
Xelkê heremê ji rexekî vê rasta wehşet û zextên PKKê dihat û ji rexê din ve jî zilmên rêxistina paralel dijiya.Serdegirtinên gundan, êrîşên çekdar yên ku di nava sikakê de li şexsiyetên Îslamî dihatin kirin û her wiha cinayetên failên wan meçhul û zextên PKKê, ev qas ne bes bûn di ser de jî zilmên ku ji teref polêsên ku endamê PDY/FETOyê ne ve tên kirin, ev tev bûn sedema mexdûriyeteke mezin.
Xelkê heremê ji rexekî vê rasta wehşet û zextên PKKê dihat û ji rexê din ve jî zilmên rêxistina paralel dijiya.Digel teşebûsa darbê komplo, kumpas, cinayet û kiryarên rêxistina paralel ên di rabirdûyê de yek bi yek tên rojevê.
Farûq Afşînê ku berî 17 salan ji teref polêsên ku endamê FETO/PDYê bûn ve hat revandin jî mexdûrê vanan e. Malbata Farûq Afşînê ku ji teref polêsên rêxistina paralel ve hatibû revandin û îşkenceyên giran ên cûrbecûr lê hatibûn kirin û dû re bi zabitnameya îfadê ya ku tê de sûcên bêbinî hebûn û ne bi îmzaya wî hatibû îmzakirin bûbû mehqûmê hepsa muebbet, zilma ya 17 salan anî ziman.
“Ez dixwazim demildest mêrê min serbest berdin”
Qadriye Afşînê ku xanima Farûq Afşînî ye di derbarê tiştên ku ew jiyane de wiha axivî: “Mêrê min di sala 1999an de hat revandin.Xebera me jê çênebû.Nêzî 4 mehan me xeber jê nestand.Piştî 4 mehan mêrê min derket holê û eziyetên ku lê kiribûn anî ziman.Piştî ku derket holê got ku ew kesên ku wî revandibû nêzî 3 mehan lê îşkence kirine, bi rojan di nava berfê de hiştine, wî ji serê çiyê avêtine jêr û bizmaran di piyên wî de kutane.Paralelîst gelek zêde zilm li mêrê min kirin.Em dixwazin ku demildest bê berdan.17 sal e ku belesebeb di girtîgehê de ye.Mêrê min wan sûcên ku lê tên îsnadkirin yekî jî nekiriye.Paralelîst li gor xwe dosya amade kirine û ew bi xwe îmze avêtine binê dosyê.Ev yek di Tipa Edlî de jî diyar bû.Bila dosyayê vebikin, ew ê hingî wan zilmên ku hatine kirin bibînin.”
“Dema ku bavê min revandin ez 6 salî bûm”
M.Şah Afşînê ku lawê Farûq Afşînî ye jî destnîşan kir îşkenceyên cûrbecûr li bavê wî hatine kirin û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Bavê min hêj dema ku ez 6 salî bûm, ango di sala 1999an de ji teref polêsên ku endamê rêxistina paralel in ve hat revandin.Di nava 3 mehan de îşkenceyên mîna dana ceyranê, kutana bizmar û yên mîna van lê hatin kirin.Dû re bavê min ji bona bimre 3 rojan li ser berfê hiştin.Dema ku dibînin bavê min nemiriye, êdî yekîneyên polêsên fermî hatin wî birine û dîsa îşkence lê kirine.Dû re bi îmzeyeke sexte di sala 2000an de wî digrin û davêjin girtîgehê.”
“Di şûna bavê min de îmze avêtine, lê ev bû 17 sal ku bavê min hêj di girtîgehê de ye”
Afşîn di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bavê wî bi îmzeyeke sexte ev bû 17 sal ku di girtîgehê de tê girtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bavê min bêsûc û belesebeb di girtîgehê de digrin.Ev yek bi rapora Tipa Edlî jî hat tesdîqkirin, lê dîsa ev bû 17 sal ku di girtîgehê de ye.Ji ber cezaya ku neheqî jê re hat dayîn him em mexdûr bûn û him jî him jî ew.Em hêvî dikin ku bavê min bê serbestberdan.”
Farûq Afşîn berî vê 17 salan ji teref ‘polêsên paralelîst’ ve ji ber devê deriyê xwe hat revandin û îşkenceyên cûrbecûr lê hatin kirin û dû re digel zabitnameya îfadê ya ku di binê de îmzeya wî tunebû hat girtin a niha li benda tecellî kirina edaletê ye.(ÎLKHA)