• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Generalê teqewîdbûyî: Çeteyekî îxanetê ya wiha nehatiye dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tuxgeneralê Teqewîdbûyî Adnan Tanriverdî diyar kir ku serokê saziyên ku li 160 welatên dinyayê dibistan daye vekirin li DYEyê ye û ev yek jî dide nîşandan ku Fetullah Gulen xulamtiya Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê dike. Dûvre Tanriverdî bal kişand ser kesên pişta teşebusa derbeyê.

Tanriverdî diyar kir ku bê şek Gulen ji DYEyê re xulamtî dike. Dûvre Tanriverdî wiha pê de çû: “Cemaetek dînî li 160 dewletê dibistan vekiriye. Di van dibistanan de zarokên zîrek tîne cemhev û wan organîze dike. Di çarçova vî yekê de mimkûn nîne ku Gulen xulamtiya Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê neke. Ji ber vî yekê Gulen ji teref DYEyê ve wek amur hat emilandin û vî teşebusa derbeyê pêk anî. Tirkiye heta îro çeteyekî xiyanetê ya wiha nedîtiye.”

 “Me wek cemaetek a ku ji dînê re xizmet dike dît”

Tanriverdî destnîşan kir dema ku ew di TSKyê de dixebitiya têkiliya wî bi saziya paralel re tunebû. Dûvre Tanriverdî wiha pê de çû: “Lê 1 sal beriya teqewîdbûyîna min Prof. Dr. Şerîf Alî Tekalan ê ku sergerdeyê 2 yemîn ê vî cemaetê bû min ziyaret kir. Dûvre me cemaetê nas kir. Me jî wek her kesî dizaniya ku ev ji bo nirxên Îslamê dixebiteç ji ber vî yekê me wek cemaetek a ku ji dînê re xizmet dike dît.”

Tanriverdî diyar kir ku 28ê Sibatê pêvajoyekê ku komên Îslamî hedef digirt bû. Dûvre Tanriverdî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me ferq nedixist nabeyna tu cemaetê û wek ji her cemaetê re em bi van re jî bûn. Lê di vî demê de ji ber ku me dît ku helwestên wan ecêb e me têkiliya xwe ji 1999an pê ve ya bi wan re birî.”

 “Hişmendiya ku hîcabê wek teferruat bibîne…”

Tanriverdî diyar kir ku wî di Komeleya ku Edaletê Diparêzin de (ASDER) 5 sal seroktî kiriye. Dûvre Tanriverdî wiha diyar kir: “Endamên vî komeleyê ji Hêzên Çekî yên ku ji ber baweriya xwe di heyama 28ê Sibatê de bi biryara YAŞê hatibûn derxistin bûn. Dema ku em di pêvajoyê de li hev şêwirîn me ji 28ê Sibatê pê ve fêm kir ku cemaet hîcab û teseturê wek teferruat dihesibîne û ev cemaet çiqas ji aliyê rêxistinê ve eşkere nîne.”

 “Heke pergala Serokatiyê hebe îxtîmala rêxistin û qadrobûnê kêm dibe”

Tûxgeneralê Teqewîdbûyî Tanriverdî sazkirinekî nû ya di nav TSKyê de wiha nirxand: “Girêdana Fermandariyên Quwetê bi Wezareta Parastina Neteweyî ve û ji van re hilbijartin û perwerdekirina personelan û her wiha damizrandina Zanîngeha Parastina Neteweyî  û personelên ku dê ji vê zanîngehê re bên hilbijartin û ev hilbijartina ku ji teref Wezareta Parastina Neteweyî ve  bê kirin; dibe ku li ser van tesîra partî, têgihiştin an jî bernameyeke şexsî zêdetir bike,lê rêxistîbûna partiyeke ku zêdehiya milet wî hilbijartiye dê zirara wê hindiktir bibe. Heke pergala Serokatiyê hebe îxtîmala rêxistin û qadrobûnê kêm dibe.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir