• DOLAR 32.452
  • EURO 34.754
  • ALTIN 2437.68
  • ...
 "PKK bi gefxwarinê xeracê ji cotkaran berhev dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di van pêlên dawî de di çapemeniyê de xeberên berhevkirina xeracê ya PKKê ya ji karsez û dikandaran  dihatin xuyakirin, Walîyê Batmanê Ahmet Denîz agahînan parve kir ku ev agahî van xeberan teyîd dikin.

Walî di civîna ku bi muxtaran re li dar xist de di derbarê mijarê de wiha axivî: “Li gor agahiyên ku me bi dest xistine PKK di dema paleyiyê de gefê li cotkaran dixwe û ji wan xeracê berhev dike.Ez ji we teleb dikim dema ku we tiştên mîna vê bihîst û we jê re bû şahid xeberê bidin hêzên ewlehiyê.Ez bawer dikim ger ku em digel hev tevbigerin em ê ji heqê vê belayê bên.Em ê di warê xizmetê bi şev û roj bixebitin.Lê di warê mucadeleya bi xaînan re jî kî xaîntiyê bike, bi xaînan re hevkariyê bike, bi PKK û rêxistina paralel a terorîst re hevkariyê bike pêwîst e ku em bi wan re jî mucadele bikin.”

Denîz di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ‘kesên ku rêxistina terorê ya Fethulahîst bikartînîn bi heman awayî PKKjî bikar tînin.’(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir