• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Bi kumpasa rêxistina paralel bû mehqûmê hebsa muebbet
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê heremê ji rexekî vê rasta wehşet û zextên PKKê dihat û ji rexê din ve jî zilmên rêxistina paralel dijiya.Serdegirtinên gundan, êrîşên çekdar yên ku di nava sikakê de li şexsiyetên Îslamî dihatin kirin  û her wiha cinayetên failên wan meçhul û zextên PKKê, ev qas ne bes bûn di ser de jî zilmên ku ji teref polêsên ku endamê PDY/FETOyê ne ve tên kirin, ev tev bûn sedema mexdûriyeteke mezin.

Ji mexdûriyetên ku rêxistina paralela ku tê diyarkirin merhaleya yekem a îtîqada wan kumpas e, mexdûriyetekê jî bi şikleke bêhiqûq û bi darizandineke neheq Farûk Afşîn jiya û bi vê neheqiyê hebsa muebbet jê re hat dayîn.

Piştî ku îşkenceyên giran lê kirin, wî ji çiyê avêtin xwarê

Farûq Afşînê ku berî vê 16 salan ji ber devê deriyê xwe ya li Entabê hat revandin, pêşî îşkence lê hat kirin û dû re wî birin herema ku jê re dibêjin Duluk Baba.Li wê derê jî cil û kincên wî jê jêkirin û li ser wê berf û qeşayê îşkenceyên cûrbecûr lê kirin.Piştî van îşkenceyên ku lê kirin re wî ji çiyê avêtin jê re.Piştî vê yekê bang li polêsan kirin û wî bi şikleke fermî binçavkirin.

Polês piştî ku îfade li gor dilê xwe amade kir re îmzeya xwe jî avêt binê

Afşînê ku piştî wan îşkence û ji çiyê avêtine sax ma, ew tiştên ku anîbûn serê wî nebes bû cardin ji teref polêsên rêxistina paralela ku rêxistineke tarî ye ve li ‘Midûrtiya Şubeya Mucadeleya bi Terorê’ cardin îşkenceyên cûrbecûr lê hatin kirin. Afşînê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bûbû hedef, piştî îşkenceyên ku lê hatin kirin re bi zorê hewil dan wê metna îfadê ya ku bi sûcên bêbinî hatibû dagirtin, kirin bi wî bidin îmzekirin.Lê Afşîn li ber xwe da û wê metna îfadê îmze nekir.Ji ber vê yêkê polêsên îşkencevan metna îfadê bi destê xwe bi xwe îmze kirin.Lê di 26ê Îlona 2002an de bi raportên Tipa Edlî ya Wezareta Edaletê derket holê ku îmzeya ku li ser metnê ye ne ya Afşîn bi xwe ye.

Li girtîgehê teşebûsa sûîqestê li Afşîn hat kirin

Farûq Afşîn piştî îşkenceyên ku nêzî hefteyekê berdewam kirin re ji teref mehkemê ve ceza jê re hat dayîn û wî avêtin Girtîgeha Tîpa Eyê ya Entabê. Polêsên paralelvan di girtîgehê de jî bela xwe ji Afşîn venekirin.Di girtîgehê de polêsên paralelvan bi kesekî îtîrafkar êrîşa bi jilet birin li ser Afşîn û Afşîn di vê êrîşê de birîndar bû.Li gor îddîayê haya îdareya girtîgehê ji vê êrîşê hebû.Lewra hat diyarkirin gardiyan li ber devê derî li benda kesê êrîşkar mane û piştî bûyerê weke ku wî birevînin ji wê derê wî birine.

Ev bûyer di navbera seatên 10.00-11.00an de pêk hat û Afşîn û çend hevalên wî di êvara heman rojê de sewqî Girtîgeha Tîpa Taybet a Silîfkeyê kirin.Piştî demekê jî wî sewqî Navenda Tipê ya Mêrsînê kirin û tedawiya birîna Afşîn li vê derê berdewam kir.Pişt re dîsa wî sewqî Girtîgeha Tîpa Taybet a Silîfkeyê kirin.

Afşîn bi îfadeyên ku ne aîdî wî bûn mahqûmê hebsa muebbet kirin

Afşîn nêzî 5-6salan bi felç ma û dû re baş bû. Lê hêj nîşaneyên wan rojên giran û ew tiştên ku anîne serê wî li ser bedena wî xwe nîşan didin. Farûq Afşîn piştî demekê di 23ê Berfanbarê sala 2003an de sewqî Girtîgehê Tîpa Fyê ya Edenê kirin û pêvajoya darizandina wî nêzî 10 salan berdewam kir.Di 31ê Berfanbara sala 2008an de bi wan sûcên bêbinî yên ku wê zabita îfadê de derbas dibûn ceza dane û dosyaya wî şandin Dadgeha Bilind.Dadgeha Bilind jî di 12ê Îlona sala 2009an de cezaya wî tesdîq kir.Bi vî awayî Farûq Afşîn bi îmzeyên sexte mehqûmê cezaya muebbet kirin.Afşînê ku ev bû 17 sal di girtîgehê de ye a niha di Girtîgeha Tîpa Tyê ya Siwêrekê dimîne û li benda tecelî kirina edaletê ye.

Piştî teşebûsa darbê ya ku di 15ê Tîrmehê de bi piştevaniya Emrîka hat kirin re ew mexdûriyetên ku ji teref Rêxsitina Dewleta Paralel ve (PDY/FETO) hatine kirin yek bi yek derdikevin holê.Her wiha piştî ku teşebûsa darbê têk çû re mexdûriyet,  komplo û kumpas û neheqiyên ku di burokrasiyê û di siyasetê de ji teref rêxistina paralel ve hatine kirin zêdetir derdikevin holê û tên rojevê.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir