• DOLAR 32.557
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2458.845
  • ...
"Rojava piştgirî dide terorê û derbeyan diparêze"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokkomarî di ‘Civîna Aboriyê Asta Bilind’ de ji veberdêran re di derheqê rojevê de nirxandin kir û bal kişand ku Rojava piştgirî dide terorê û derbeyan diparêze.

Erdogan wiha destnîşan kir: “Ji ber ku di teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê de gel hat hedefgirtin û rast e rast êrîş li gel hat kirin wek şevereşek di mejiyê de ciyê xwe girtiye.”

“Li dijî welatê me şer tê sazkirin”

Erdogan diyar kir ku Tirkiyê ji salên 1980yan pê ve dûçarê êrîşên rêxistinên çekdar bûye. Her wiha Erdogan bal kişand ku ji teref rêxistinên PKK, DHKP-C û di van salên dawî de IŞÎD ve bi êrîşên çekî, suîqastan li Tirkiyê ji şer re zemîn tê amadekirin. Dûvre Erdogan wiha pê de çû: “Bi heman şiklê geh geh em bi tearûzên civakî, siyasî û aborî re rû bi rû dimînin. Em baş dizanin ku têkiliya van kesan bi vî yekê re heye.”

“Canê wan wekê ya me naşewite”

Erdogan wiha axavtina xwe domand: “Niha ez dipirsim; Rojava piştgirî dide terorê an ne? Ev demokrasiyê diparêze an derbeyê? Mixabin ev teror û derbeyan diparêze. Canê wan wekê ya me naşewite, Lê canê me şewitî. Kesên ku me digotin dosyên me ne mixabin piştgirî didin derbe û teroran.” (ÎLKHA)



 









Bu haberler de ilginizi çekebilir