• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Cotkar di derheqê rekolteyê de endîşedar in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Lijneya Rêvebirê Odeya Zîraetê ya Şehîtkamîlê Cuma Yîgît di derheqê rekolteya fistiiqan de nirxandin kir. Yîgît diyar kir bendewar bûn ku rekolteya fistiqan zêde bibe lê ji ber ku îsal hişkî hebû fiştik wek neyînî bandordar bû.

Serokê Lijneya Rêvebirê Odeya Zîraetê ya Şehîtkamîlê Cuma Yîgît diyar kir ku ji ber hişkiyê cotkar pir endîşedar in. Her wiha Yîgît bal kişand ku ji ber heman sedemê ew guman dikin ku dê îsal fistiq hindik bibe.

 “Îsal nava gelek fistiqan vala ye”

Yîgît ragihand par ji ber ku rekolte hindik bû bihayê fistiqa Entabê zêde bû. Lê îsal ji ber ku dê bihayê fistiqan kêm bibe dê mişterî kêfxweş bibin. Dûvre Yîgît wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îsal fistiq heye lê ji ber hişkiyê em guman dikin ku dê rekolte kêm bibe. Lewra îsal nava gelek fistiqan vala ye. Ji ber vî yekê cotkar endîşedar in.”

“Bila cotkarên me bi taybet xwedî li fistiqên xwe derkevin”

Yîgît destnîşan kir ku ji îro pê ve kîloya fistiqê 12 lîre ye. Dê di rojên beriya me de ev biha bikeve. Dûvre Yîgît wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bihayê fistiqê îsal 12 TL ye. Lê heke bikeve bin 10 TLyan dê cotkar zirarê bibîne. Ji ber vî yekê em dibêjin bila biha nekeve bin 10 TLyan.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir