• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di pevçûnên li Entabê de 2 PKKyî hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Zozanê Huzurluya navçeya Îslahiyeyê di nabeyna PKK û leşkeran de şer derket. Di encama şerê de gundparêzê bi navê Akubîn Şîrîn ê 40 salî birîndar bû û 2 PKKyî jî hatin kuştin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li navçeya Îslahiyeya Entabê dema ku şivanan li Zozanê Huzurluyê pezên xwe diçêrînin çavê wan bi komek PKKyî dikeve. Piştî ku jivan xeber didin cendirmeyan leşkeran dest bi lêgerînê kir.Di dema lêgerînê de PKK gule berdide leşkeran.

Dûvre di nabeyêna PKK û leşkeran de şer derdikeve. Di encama şerê de gundparêzê bi navê Akubîn Şîrîn ê 40 salî birîndar dibe û 2 PKKyî jî tên kuştin. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir