• DOLAR 32.582
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2461.376
  • ...
HUDA PAR guhdariya pirsgirêkên  esnafê Nisêbînê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz, endamê GÎKê Mahmut Kilinç, Serokê Bajarê Mêrdînê Şehmus Akman, Serokê navçeya Nisêbînê Halîl Talayhan û endamên partiyê esnafê navçeya Nisêbînê ya ku ji ber qedexeya derketina derve mexdûr bûbûn ziyaret kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz diyar kir armanca wan a vî ziiyaretê ew e ku guh bidin pirsgirêkên esnafê navçeyê û van pirsgirêkan wek rapor amade bikin da ku wek HUDA PAR vî raporê pêşkêşê rêvebiran bikin.

Yilmaz di derbarê texrîbata navçeyê de agahî hilgirt û dûvre ragihand ku dê di derbarê vî mijarê de çi ji destê wan bê bikin. Di ziyaretê de gel ji şaredarî û parlementerên HDPyî re bertek nîşandan.

 “Halê Nisêbînê, perîşan e”

Yilmaz piştî tehqîqat û tespîtan di derheqê navçeyê de ji nûçegihanan re daxuyanî da. Yilmaz diyar kir ku Nisêbîn, perîşan e. Dûvre Yilmaz wiha pê de çû: “Bajar yek û yek bûn kavil. Dema ku em li van avahiyan mêze dikin em texmîn dikin ku rewşa navçeyê çawa ye. Texrîbatekî girantir heye. Mixabin bajarên me yek û yek bûn kavil. Beriya vî pêvajoyê me ji kesên ku ji xwe re siyaseta çalan wek  bername hiulgirtin, civak û gelê me perîşan kirin re got ev yek çewt e. Ev yek can û malê gelê me davêje nav xeterê. Bi vî yekê re gelê me perîşan dibe. Bi xapandina xwerêvebirinê îlankirina taxên xelaskirî, vedana çalan û sazkirina berîqatan, bicîkirina binm  erdê ya bombeyan ji gel re îxane tû zulm e.”

 “Me beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê huşyarî kiribû”

Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê huşyarî kiribû ku heke partiyên ku di hişmendiya PKK û HDP de siyasetê dikirin wek rêje zêde ray bistînin dê derên ku wan zêde ray girtine bibin kavil. Mixabin dema kul ê mêze dikin derên ku ray zêde hatine sitandin çal hatin vedan û berîqet hatin sazkirin. Narincok li tax, mal, mizgeftan bicîkirin. Bû sedema ku hêzên ewlehiyê bi tank û topan têketin nav kûçe û kolanan. Bikaranîna çekên giran texrîbatê zêde kir. ji vî yekê r eNisêbîn, Sûr û Cizîr mînak in.”

 “Di 15ê Tîrmehê de derket holê ku armanca wan ew bû ji derbeyê re zemîn hazir bikin”

Yilmaz bal kişand geşedanên ku di 15ê Tîrmehê de derket holê ku armanca wan ew bû ji derbeyê re zemîn hazir bikin. Dûvre Yilmaz wiha pê de çû: “Îro derbeya teşebusa 15ê Tîrmehê dide nîşandan ku îlanên xwerêvebiriyê, taxên xelaskirî, ji bo ku şerê navxweyî derînin û Tirk û Kurdan ji hev re bikin dijmin, wek ev partî ew partî, ev kom ew kom bikin da ku herêm tevlêhev bibe. Ji bo ku derbe pêk were û alozî çêbe, ewlehiya can û malê gel têkeve nav xeterê û însan ji hev re bibin dijmin. Ev hemî ji bo vî yekê bû. Bes ku derbe pêk were. Lê Xweda firset neda wan. Xweda firset neda him derbekeran û him jî kesên ku siyaseta çalan ji xwe re dişopandin. Divê ku gelê me kî dost e û kî dijmin e baş tehlîl bike. Divî ku prîm ji vî hişmendiyê re neyê dayîn.”

“Pêwîst e ku dewlet cudahî nexe nav gel û hewcedariyên herkesî temîn bike”

Yilmaz bal kişand pêwîst e ku dewlet demildest merxdûriyetan ji holê rake. Dûvre Yilmaz wiha dawî li axavtiana xwe anî: “Sedema vî mexdûriyetê yekî jî dewlet e ku di heyama çaresriyê de polîtîkayên çewt tetbîq kir. Wek berpirsyarî divê ku hemî mexdûriyetan ji holê rake. Li Nisêbîna ku li herêm wek navenda tîcaretê bû jiyan sekiniye, esnaf nikare çek, prîm û deynê xwe yên bacan û kirê bide. Kesên ku mecbûr man malên xwe terk bikin nikarin avahî peyda bikin û ji bihabûna kirêyan gilîdar in. Pêwîst e ku dewlet demildest ji vî yekê re çareserî bibîne û demildest dêmanan ji nû ve saz bike, alîkariya kirê li mexdûran bike û wek mizeya kêmtirîn ji wan re meaş girê bide. Divê ku deynê bac û prîmên esnafê were temînkirin. Dema ku tespîta xisarê tê kirin wek adilane hereket werekirin û tu cidahî nexe nav gel. Li hişmendiya wî ya siyasî neyê nêrîn. Lewra mexdûriyetek di holê de heye.”

HUDA PAR piştî ziyareta esnaf bi qeymeqamê navçeyê Murat Sari re hevdîtin kir û di derheqê geşedanên li navçeyê yên herî dawî de agahî hilgirt. Dûvre lijne Huseyîn Akbalikê ku 24 sal e di girtîgehê de ye û ji ber nexweşiya xwe ji bo 3 mehan li malê tedawî dibîne ziyaret kir. (ÎLKHA)



 



























































Bu haberler de ilginizi çekebilir