• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
HUDA PAR  kesên ku ji teref derbekeran ve hatibûn birîndarkirin ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk, kesên ku di teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref DYEyê ve dihat piştgirîkirin de birîndar bûbûn li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Marmarayê ziyaret kir.

Elîbuyuk di heyama ziyaretê de wiha axivî: “Ev leşkerên ku bi derfetên milet paye bidest dixin û berîdana  çekên ku bi perê gel tên sitandin a li gel bi rastî pir bi jan û kovandar e. Vî gelê gelek badireyan derbas kirin. Bi îzna xweda dê vî yek jî bavêjin. Bi hev re micadele û tekoşîn hat kirin. Her kes derket qadan. Ev tiştek pir hêja ye.”

Elîbuyuk bal kişand ku vî teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê gel da sekinandin û dûvre wiha axivî: “Kesên ku bûn şehîd çi ji destê wan hat kirin û ez ji xeziyan re jî ji Xweda şîfa dixwazim.”

Her wiha Elîbuyuk di derbarê birîndarên ku Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Marmarayê ne de agahî sitand. Dr. Îsmaîl Cîner jî di derbarê birîndaran de agahî da.

Elîbuyuk, Sabrî Unalê ehlê Gîresunê ya ku şeva yeşebusa derbeyê 2 tankên ji hev cuda li ser wî derbas bûbû û destekî wî pelixî bû ziyaret kir. Unal wiha axivî: “Bi îzna Xweda niha em li ser piyan in. Ev zafera şehîdan e.”

Ji birîndaran Îsmaîl Sarigolê ku di nexwqeşxanê de radiza jî dest nîşan kir ku ew ji teref nîşangiran ve hatiye lêdan û wî ji ber ziyareta Elîbuyukî teşekur kir. Dûvre Sarigol wiha axivî: “Heke derbe çêbe dê ez dîsa derkevim qadan.”

Elîbuyuk serxweşî li Serokê Federasyona Komeleyên ehlê Tokatê ya Asyayê Musa Koçê ku xizmê xwe ji dest dabî da. Elîbuyuk wiha axivî: “Dema ku me bihîst dê vî yekşemê daweta Şehîdê me ya ku şerbeta şehidiyê vexwariye bûbûya em pir xemgîn bûn.” Serokê Federasyona Komeleyên ehlê Tokatê ya Asyayê Musa Koç jî wek bersiv got: “Rast e heke şehîd nebûya dê vî yekşemê bizewiciya.” (ÎLKHA)



 













Bu haberler de ilginizi çekebilir