• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Helîkoptera me hat daxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di derbarê mijarê de destnîşan kir helîlkoptereke bi tîpa MI-8 a wan li çoltera Îdlîbê bi mûşekên ku ji erdê bi ber hewayê ve tên berdan hatiye daxistin.

Wezareta Parastinê  ya Rûsyayê îddîa kir di helîkoptera ku muxalifan daxistiye de malzemeyên arîkariyê yên  însanî hebûn.

Wezaret her wiha destnîşan kir ji 5 kesên ku di daxistina helîkopterê de mirine 2 kes wezîfedarên wezaretê bûn û li Sûriyê hevdîtinên aştiyê teqîb dikirin.

Çavkaniyên mehelî jî di derbarê mijarê de destnîşan kirin piştî ku helîkoptera Rûsyayê hat daxistin re, 12 helîkopter ji bo lêgerîna cesedên di helîkoptera daxistî de hatine heremê ku ev yek jî tê wateya ku di helîkopterê de Fermandarên Rûsyayê yên girîng an jî diplomat hene.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir