Yapicoglu çû serdanên serxweşiyê
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û digel lijneya pê re li Diyarbekirê çûn serdanên serxweşiyê.
Yapicioglu û lijneya pê re pêşî çûn serdana serxweşiyê ya apê Parêzer Ehmet Erkulî yê ku Endamê Lijneya Dîsîplînê ya Navendê û endamê damezrînerê HUDA PARê.Yapicioglu di dema ziyaretê de serxweşiyên xwe ji bo Parêzer Ehmet Erkul anî ziman.
Yapicioglu û lijneya pê re dû re çûn gundikê Bedvana Jêrê ya ku girêdayê gundê Kijana Çermûkê ye û beşdarî taziya Ahmet Kaçmaz û Abbas Kaçmazê ku endamên HUDA PARê ne û dêya wan rehmet kiriye, bûn.Yapiciogli li cihê şînê ji bo Abbas û Ahmet Kaçmaz serxweşiyên xwe anî ziman û ji bo diya wan ji Xweda rehmet û sebrê teleb kir.
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Vedat Turgut di taziyê de axavtineke kurt kir û di dawiya axavtina xwe de ji kesa ku rehmet kiriye ji Xweda rehmet teleb kir.(ÎLKHA)