• DOLAR 32.576
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2461.574
  • ...
Şahidan qala derbeyan kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kalên ehlê Sêrtê qala zehmetiyên ku Mislimanên li Tirkiyê ji ber derbeyan kişandine ji ÎLKHAyê re kirin. Wan destnîşan kirin ku heta niha ji aliyê wehamet û wehşetê ve derbekî wêkê teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê nedîtine.

Abdurrahman Erdoganê ku di Rêvebertiya Bajarê Bursayê ya Partiya Refahê de bû û niha li Sêrtê dijî diyar kir ku ew bûye şahidê zehmetiyên ku Mislimanan di derbeyên 1960 û 1980yan de kişandine. Her wiha Erdogan diyar kir ku heke ev teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê pêk were dê tiştên pir xeternak werin beriya Mislimanan.

Erdogan wiha axivî: “Dema ku derbeya 60an çêbû ez li Bursayê di karxaneyê de dixebitîma. Derbeya leşkerî pêk hatibû. Em ji derbeyê xeberdar nebûn. Dema ku em dê sibe biçûna îş leşkeran me vegerand malê. Wan gotin; ‘dê îro tu kes neçe îş. Derbeya leşkerî çêbûye.’ Wî rojê tu kes neçû îş. Eskeriye dest danîbû ser her derê. Rêvebirên wî heyamê Necmettîn Erbakan, Suleyman Demîrel û Alparslan Turkeşî girtin û birin giravê. Wî çaxê Serokê Serkanê Giştî yê Leşkerî Kenan Evren bû serokomar. Di wî derbeyê de eskeriye bes dest danîbû ser saziyan. Wêkê teşebusa derbeya niha meclîs nehat bombebarankirin û kes nemir. Li ji ber ku her derê bi dest xistibûn Mislimanan zehmetî kişand. Wî çaxê gelek kesên ji Partiya Refahê girtin.”

 “Heta hakimiyeta Îslamiyetê pêk neyê ev pirsgirêk xelas nabin”

Erdogan diyar kir hinek zilmên derbeya wî çaxê hêj jî didome. Dûvre Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî derbeyê Îmam Xatîb hatin asêkirin, xwendekarên sergirtî hilnedan dibistanan û gelek pirsgirêkên din hat dîtin. Di wî çaxê de aborî îflas kir. Em kesên ku Heqqê dizanin heta hakimiyeta Îslamiyetê pêk neyê ev pirsgirêk xelas nabin. Derbekî diçe ya din tê. Lê dema ku heqî, hakimiyeta Xeda hat, şerîat hat tetbîqkirin dê ev pirsgirêk xilas bibin. Însan mihtacê vî yekê ne.”

 “Hişmendiya FETOyê zora wan çû dema ku Mislimanan di mizgeftan de dersê Qur’anê dan”

Erdogan diyar kir hişmendiya FETOyê zora wan çû dema ku Mislimanan di mizgeftan de dersê Qur’anê dan. Dûvre Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hişmendiya FETOyê zora wan çû dema ku Mislimanan di mizgeftan de dersê Qur’anê dan. Bi hevkariya hakim, dozger û endamên ewlehiyê kesên ku dersên Qur’anê didan acêti zindanan. Ez bang li Serokkomar û Serokwezîr dikim. Kesên ku hewl dane derbeyê bikin wek neheqî gelek Mislimanan avêtine zindanan. Heke misqalek rehm û merhemeta wan hebe dê ew Mislimanên ku bi şiklekî neheqî hatine girtin dê xelas bikin. Em hêvîdar in ku Mislimanên çendîn sal e ku di zindanan de ne werin xilaskirin. Dema ku Misliman çûn dadgehê ew ji teref hakim û dozgerên çeteya FETOyê ve hatin giritn. Xweda bê şek bi edalet e. Kesên endamê FETOyê ne çi kiribûn hat serê wan. Ew xerabtir bibin.”

Polêsa ku telefonê bersivand xeber da PKKê

Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nêzî mala me qehwexane heye. Di wî qehwexaneyê de etek li ciwanên ku di saziya ciwaniya taxan a PKKê de bûn dikirin. Dûvre kesê ku li qehwê dinêrt serê wan dipêça. Bi vî şiklê van dişandin çalakiyan. Dema ku polêsan bombeya gazê li wan direşand heman kes lîmon dida wan. Rojekî ji ber gaza bombeyan min telefon ji polêsan re vekir. Polêsê ku telefonê bersivand endamê FETOyê bû. Min baş dizaniya. Wî nimreya telefona min daye PKKyiyan. Wan çend car li min geriyan. Ew nimre hêj cem min e.”

 “Di nabeyna PKK û FETOyê de têkilî heye”

Erdogan wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di bûyerên 6-7-8ê Cotmehê de bi bangewaziya Selahattîn Demîrtaş gel dereketin kolanan. Wan êrîşê kesên ku ji wan nebûn kirin. Dikanan şewitandin û gelek kesan şehîd kirin. Sûcê FETOyê çiye sûcê PKKê jî ew e. Heta hêj zêdetir e. Her du jî di fitneyê de hevkar in. Di nabeyna PKK û FETOyê de têkilî heye.”

Mehmet Tahîr Yogruşê ku mexdûrê Derbeya 28ê Sibatê bû diyar kir ji ber ku ew dîndar bû wî çendîn car bi hincetên îdealîst, ummetperwer, Kurdayetî, Wehabî û dînbûnê binçav kirine.  

 “Hemî Misliman û mizgeft di bin çavdêriyê de bûn”

Yogruş derbeya 60an anî bibîranîn û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li navçeya Şêrwana Sêrtê zatek bi navê Şêx Tacedîn hebû. Rojek dema ku bi ciba xwe diçe mizgeftê qeymeqamê leşkerî gazî şêx kir. Qeymeqamê leşkerî ciba Şêx hilgirt û rihê wî kurt kir. Her cûr heqaretê li Şêx kirin. Dema gelê navçeyê û gundiyan vî yekê bihîstin di ser qeymeqamtiyê de girtin û Şêx xilas kirin. Piştî derbeyê mal û mal lêgerîn hat kirin û lê pey pirtûkên Erebî digeriyana. Derbeya 27ê Gulanê ji ya 12ê Îlonê dijwartir bû. Hemî Misliman û mizgeft di bin çavdêriyê de bûn.”

 “Dixwestin ku Mislinanan wek sofînîzîm bidin nîşandan”

Yogruş bal kişand ku wek mamoste tayîna wî derketiye dibistanek û di dibistanê de wêneyên Mark, Lenîn, Azîz Nesîn û Harûn Karadezî aliqandî bûye. Dûvre Yogruş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta îro derbe li ser derbê hat lidarxistin. Piştî derbeyan hişmendiyên derbeker qet nehatin îqtîdarê. Lê borukrasî hêj jî di destê wan de ye. Li navçeya ku ez li wir bûm di destê derdarê qereqolê de lîste hebû û gor wî lîstê gazî mêran dikir. Dûvre wan dida ber îşkenceyan. Serdaran di hindir de kitêbên Marksîsît belav dikirin. Dixwestin ku Mislinanan wek sofînîzîm bidin nîşandan.”

Ji ber ku dîndar bû; bi hinceta Kurdayetî, Ummetperwer, dîn û Wehabiyê dihat sûcdarkirin

Yogruş wiha li axvtina xwe zêde kir: “Min bi kesek re hinek minaqeşe kir. Vî carê polês û mifetiş rapora wî wek Kurdayetî amade kirin. Min birin ewlehiyê û îşkenceyan li min kirin. Dûvre min seqê dozgerê kirin. Dozgerî li sicîla min mêze kir û wiha ji min re got; ‘tu însanekî pir ecêb î. Hinek deran tu îdealîst û hinek deran jî Kurdperestî.’ Min diyar kir ku ez ne îdealîst û ne jî Kurdperest im. Min got; ‘hemî welatên Mislimanan welatê min in.’ Wî çaxê jî ji min re got; ‘tu Ummetperwerî.”

 “Ev zilim fêkiya kufrê ye”

Yogruş bal kişand heta ku li ser rûyê dinê kufir hebe dê zilm bidome. Dûvre Yogruş wiha dawî li axavtina xwe anî: “Zilm û kufir yek e. Ev zilim fêkî û qanûnê ye. Recep Tayyîp Erdogan ne kî dibe bila bibe bi van qanûnan ev yek nayê sererastkirin. Divê ku berî qanûn werin sererastkirin.” (ÎLKHA)


 













Bu haberler de ilginizi çekebilir