• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
 "Heta laîqtî neyê nîqaşkirin dê tehdîda derbeyê bidome"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lêkolîner û Nivîskar Ozkan Yaman diyar kir heta laîqtî neyê nîqaşkirin dê tehdîda derbeyê bidome û wî bal kişand divê ku kêmasiyên pergala ku ji derbeyê re zemîn hazir kiriye were nîqaşkirin.

Yaman destnîşan kir kêm e ku mirov ji vî êrîşê re bibêje teşebusa derbeyê. Dûvre Yaman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev teşebus êrîşek terorê ye. Dê hûrgiliyên vî yekê derkeve holê. Em qala kesên ku rasterast gule li ser gel reşandiye, bi tankan di ser gel de derbas bûye, rasterast gel kuştiye dikin. Ji ber vê yekê heke yên berî derbe bibin ev qetlîam e, êrîşa terorê ye. Gor min berteka ku gel ji vî yekê re daye nîşandan girîngtir e. Dijî derbeyê parastinekê ya ku tu derê dinê nayê dîtin hat kirin. Yanê mirov dikare bibêje înqilab, şoreş û tekoşîna gel vî êrîşa terorê da sekinandin. Ji ber vê yekê digel mezinbûna wê em dikarin bibêjin ku tekoşîn û fedakariya gel ji vî yekê mezintir bû.”

 “Pirsgirêk rasterast referansên laîq ên pergalê ye”

Yaman pêşgiriyên ku hikûmetê piştî derbeyê girtiye wiha nirxand: “Pêşgiriyên ku hikûmetê girtiye çiqas kafî ye rastî ew tê nîqaşkirin lê ya di derhaqê derbeyê ya  ku divê demildest pêk were ew e ku diviyabû ew bihatibana darizandin. Ev yek jî ji xwe niha pêk tê. Ji xeynî vê yekê pêwîst e ku rejîm, pergal û hişmendiya ku ji vî derbeyê re zemîn hazir kiriye were nîqaşkirin. Ji ber ku ev pergal hinek referansên Xerbê nîmûne digire hûn çi qas bi şiklekî bilez pêşgirî bigirin dê ev xeter bidome. Pirsgirêk rasterast referansên laîq ên pergalê ye. Wekê ku Serokê Meclîsê bal kişand ser. Heta ku Kemalîzîm, Ataturk û Ataturkîzm neyê nîqaşkirin dê ev tehdîd her tim bidome.”

 “Emrîka wek aktîf di qadê de bû”

Yaman bal kişand ki DYE di nvenda teşebusa derbeyê de bû. Dûvre Yaman wiha pê de çû: “DYE, din av vî derbeyê de ye. DYE vî derbeyê amade kiriye û bi rê ve biriye. Ji xwe ew hewce nabînin ku vî yekê veşêrin. Li DYEyê hinek kovar, akademîsyen û şêwirmend piştgiriya xwe ya di derbarê derbeyê de ji serî ve dibêjin ‘heke em ser bikevin dê wiha bibe, heke em ser nekevin dê wiha bibe’. Di derbeyê Misrê de DYE çawa bû li wir hêj aktiftir bû. Dê Emrîka ji vir pê ve nebêje ‘min pes kir’. Dê zêdetir bixebite. Ji ber ku Emrîka şeytanê mezin e dê şeytantiya xwe bidomîne.”

 “Xwedê Teala rehma xwe li vî civakê kiriye û wê parastiyê”

Yaman diyar kir ku di qewirandina derbeyê de gele hikmet hene. Dûvre Yaman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em çi şîrove dikin bikin. Lê dema ku em li vî bûyerê mêze dikin em vî yekê eşkere dibînin ku Xwedê Teala vî memleketê parastiye û gelek hikmetên vî yekê hene. Xweda çima dijî derbeyê vî welatê parastiye? Çima lutf û îhsanekî wiha kiriye? Gelek hikmetên vî hene. Lê ez dixwazim vî yekê bibêjim; beriya her tiştê ev welat ji 3 milyon Sûriyeyiyên mihacir re mazûvantî dike. Ji wan re bûye ensar û xwedî li wan derketiye. Ji ber vî yekê Xwedê Teala rehma xwe li vî civakê kiriye û wê parastiyê.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir