• DOLAR 32.574
  • EURO 34.987
  • ALTIN 2457.695
  • ...
Dayika Sûriyeyî ev bû çend roj ku ji lawê xwe xeber nastîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji Şêxmûs Hussienoyê Sûriyeyî yê ku ji ber şerê navxweyî ya welatê xwe ji Helebê  reviyabû û hatibû li Diyarbekirê bi cî bûbû ev bû çend roj ku xeber nayê standin.

Malbata Hussienoyê ku li Semta Şehîtlîka navçeya Yenîşehîrê îqamet dike diyar kir ew ji 14ê Tîrmehê ve ji lawê xwe xeberê nikarin bistînin.

Naeema Hussienoyê ku  dayika Şêxmûs e di derbarê lawê xwe diyar kir lawê wî di lokantekê de firakan dişûşt.Dayik di berdewama axavtina xwe de bang li kesên rayedar kir û ji wan ji bo lawê xwe yê windabûyî alîkariyê teleb kir.

Dayik Hussienoya ku ji ber windabûna lawê xwe çendîn rojan xew nakeve çavê wê di derbarê lawê xwe de wiha axivî: “Em li bajêra Heleba Sûriyê dijiyan.Piştî wê şerê navxweyî ya ku li Sûriyê dest pê kir re em hatin vê derê.Ez û digel lawê xwe dijiyan.Ew di lokantekê de wek firokşûş dixebitî.Êvaran diçû karê xwe û biroj jî di mal de radize.Roja ku winda bû li malê xwarin û fêkiya xwe xwar û derket derve.Me ji wê demê pê ve xeber jê nestand.Êvaran ez nikarim rakevim.Ji êvarê heta şeveqê ez digirîm.”

Hussieno di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew digel naskirîyên xwe ji bo lawê xwe yê windabûyî çûne qereqolê û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Polês gotin ku em ê lê bigerin, lê hêj deng ji wan derneket.Bira û naskirîyên wî tev lê digerin.Lê me wî nedît.Lawê min bêyî min 10 deqîqe nediborand.Ez ji rayedaran dixwazim bila lawê min bigerin.Bila alîkariya me bikin û wî bibînin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir