Li Sêrtê qedexeya derketina derve hat rakirin
Hat ragihandin qedexeya derketina derva ya ku li Sêrtê çend roj berî hatibû îlankirin hatiye rakirin.
Walîtiya Sêrtê diyar kir qedexeya derketina derva ya ku li Sêrtê ji 15ê Tîrmêhê pê ve hatibû îlankirin hatiye rakirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Qedexeya derketina derva ya ku li Sêrtê di cadeyên Aydinlar, Cumhuriyet, Şex Zeyneb, Şêx Suleyman, Ahmet Kîganê û di nabeyna kolanên 427, 429 û 652yê de ji 15ê Tîrmeha 2016an saet 18.00an pê ve hatibû îlankirin ji saet 17.00an pê ve hatiye rakirin. (ÎLKHA)