HUDA PAR serxweşî li malbata Çobanî da
HUDA PAR, ji bo ku beşdarê taziyeya Askerî Çobanê ku ji ber teşebûsa derbeyê beşdarê protestoyan bû û ji teref derbekeran ve hat qetilkirin bibe çû Erxenî.
HUDA PAR, ji bo ku beşdarê taziyeya Askerî Çobanê (56) yê li Stenbolê ji ber teşebusa derbeyê beşdarê xwepêşanan bû û ji teref derbekeran ve hat qetilkirin bibe çû Erxenî û serxweşî li malbata Çobanê da.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz, Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û Serokê Navçeya Erxenî yê HUDA PARê M. Emîn Buran û gelek endamên prtiyê beşdarê nernameya taziyê bûn.
Mela Resûl Topdemîr di taziyeye de axavtinekî kurt kir. Topdemîr wiha diyar kir: “Di nabeyna heq û batilê de her tim mizadele heye. Ehlê kufir û delaletê li her derê êrîş li Mislimanan dike û xwîna wan dirijîne. Navê wan çi dibe bila bibe ew ji kufrê re xizmet dikin. Divê ku Misliman dijî van yekan hişyar bibe û bibe yek.” (ÎLKHA)