"Teşebûsa darbê bi desteka derve ye, berxwedana xwe bidomînin"
MÎNHAP bi daxuyaniya ku da diyar ki ew wê teşebûsa darbê ya ku di nava artêşê de ji teref komek esker ve hat kirin tel'în kir û diyar kir ew bawer dikin ku ev teşebûsa darbê beyî derve nehatiye kirin.
Platforma Heq û Azadiyên Însanî yên Marmarayê bi danezana ku belav kir di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Em destekê didin wê berxwedana destanî ya ku ji teref xelkê me ve li dijî teşebûsa darbê û em daxwaz dikin darbê heta bi temametî xelas nebe bila xelkê me li meydanan bimînin.Em wê teşebûsa darbê ya ku di nava artêşê de ji teref komek esker ve hatiye kirin tel’în dikin û em bawer dikin ku ev teşebûsa darbê beyî derve nehatiye kirin.Em temamê sazî û sazgehan dawetî sekina li dijî van eskerên ku berê çekên xwe dane xelkê dikin.”(ÎLKHA)