17 karkerên Şaredariya Stenbolê jiyana xwe ji dest dan
Serokê Şaredariya Nezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş diyar kir ku 17 karkerên Şaredariya Stenbolê jiyana xwe ji dest dane.
Serokê Şaredariya Nezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş diyar kir ku di encama îşqalkirina şaredariyê ya derbekeran de 17 karkerên Şaredariya Stenbolê jiyana xwe ji dest dane.
Topbaş di derbarê mijarê de wiha axivî: “Wan diyar kirine ku dê kî li kû derê wezîfe bike ji serokê şaredariyê heta walîtiyê diyar kirine. Dê di bin vî yekê de gelek tişt derkevin. Ev yek îşê 2-3 rojan nîne. Planên A-Byê hatine amadekirin. Şaredariyê jî îşqal kirin. 17 şehîd hene lê wan micadele kirine. Telefona vekujî jî birrîne.” (ÎLKHA)