Di derbarê êrîşa Cewzatê de 11 kes hatin binçavkirin
Di derbarê êrîşê Qereqola Cendirmeyan a Cewzata Mêrdînê de 11 kesên ku di nav wan de Serokê Daîreya Şaredariya Mezin a Mêrdînê û midûr hebûn hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku di derbarê êrîşa Qereqola Cendirmeyan a Cewzata girêdayê navçeya Artukluya Mêrdînê ya ku doh pêk hatibû û yekê wê pîrek 3 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 37 kes jî birîndar bûbûn de 11 kes hatine binçavkirin.
Qeymeqamtiya Artukluyê di derbarê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ew wesayîta ku 5 ton teqemenî tê de hat teqandin ya Şaredariya navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ye. (ÎLKHA)