• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Bi navan hewl didin ku nasname- qereqtera ciwakê biguherînin-1
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alim, rîsipî û akademîsyenan diyar kirin divê ku navê li zarokan tê dayîn gor ruhê însanê bibe. Her wiha wan diyar kirin ku di van salên dawî de Kemalîzm û versiyona wê ya li Kurdistanê PKK wek zanîn li ser navên îslamî dilîzin û planan çêdikin.

Tê zanîn rêbazên neteweyî, miletperest û nîjadperest li her derê dinyayê ji bo bigihêjin armanca xwe di serî de di bergeha çandê di hewl didin ku gûhertin pêk bînin. Ev hişmendî û rêbaz ji bo ku hikumraniya xwe ya fikr û ramanî bînin cî berê navên şaşomaşo li zarokên xwe datinin. 

Ji rîspî û alimên herêmê Mela Beşîr Şîmşek bal kişand ku navên Îslamê tên guherandin û bi vî şiklê jî hewl tê dayîn ku deruna gelö Kurdên Misliman were guhertin.

Şîmeşk wiha axivî: “Heta doh zarokên Kurdan navê xwe ji navên pêxember, sehabî an jî alimên Îslamê hildigirtin. Lê di van salên dawî de bi navên rêbazên Marksîst û Lenînîst tên navandin. Em îro dibînin ku navê ‘Zerdeşt’ a ku Zerdûştiyê tîne bibîranîn li navê zarokên Mislimanan tên danîn. Ji aliyekê ve navên Şervan, Çiya, Agir û Birûsk ên ku bê wate ne li zarokan datînin. Ev yek jî dide nîşandan ku bi şiklekî zanîn vê yekê dikin ku nifşa me bigûherînin. Rastî ya ku tê guhertin bes nav nîne. Jiyan jî tê guhertin.”

Şîmşek bal kişand ku Pêxember navê gelek sehabiyan guherandiye. Dûvre Şîmşek wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêxember ji sehabiyekî yê ku tê hizûra wî navê wî dipirse dema ku wek ‘Zahîm’ bihîstiye wî navê wek ‘Beşîr’ guhertiye. Li ser vê yekê ew navê ku wateya wî pirsgirêk û zehmetî bû wek şên û mizgînî hat guhertin. Her wiha navê Asî ya ku wateya wî îsyan e wek Mûtî ya ku îtaet dike guhertiye.”

 “Divê ku zarok bi navên ku gor fitratê nîne neyên navandin”

Şîmşek destnîşan kir pêwîst e ku navê zarokan bi ruhê wan re wek hev bibe. Dûvre Şîmşek wiha pê de çû: “Mînak navê Samed yekî ji navên Xwedê Teala ye. Wateya wî ew e ku her tişt mihtacê Xweda ye lê Xweda mihtacê tu tiştî nîne. Heke zarok bi navek wiha were navandin dibe ku ser xwe de here û qurê bibe. Ev yek jî dibe ku wî kesê sewqê tiştên ku gor fitratê nîne bike.”

Şîmşek diyar kir dema ku zarok bi navê Xwedê Teala tê navandin divê ku di beriya navê Xwedê Teala peyva ‘evd’ê were. Wekê Ebdurrehman û Ebdûssamed.

 “Bandora derûnyê ya navan li ser însanê heye”

Şîmşek ragihand ku bandora derûnyê ya navan li ser însanê heye. Şîmşek axavtina xwe wek: “Ya yekem ew peyva ku tê bikaranîn di civakê de watedar e. Ya dûyem ew e ku ew nav çi tîne bibîranîn. Mesela dema ku peyva agirê tê gotin şewat tê hişê mirov. Her wiha navê ‘Kaya’ tişta hişk tîne bîra mirov. Ev yek jî li ser fitrata însanê bandordar e.”

 “Kemalîzîm û PKK wek sîstematîk navan bê qîmet kir”

Nivîskar û Rojnamevan Vahdettîn Înce diyar kir ku di heyama rejîma Kemalîst de nav wek sîstematîk hatin bêqîmetkirin. Dûvre Înce wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di bergeha navan de me dît ku navên bê qîmet di heyama rejîma Kemalîst de derket holê. Bandora wî hêj jî didome.”

Înce diyar kir ku navên wekê Okşan, Sevtap, Yurdatap û Kurdatap ji navên rejîma Kemalîst in. Ev nav pir bê qîmet in.

Înce bal kişand ji ber ku hişmendiya Kemalîzmê di nav Kurdan de zêde bandordar nebûye navên wehyî heta van demên dawî jî bandora xwe domandine. Dûvre Înce diyar kir ku wersiyona Kemalîzmê ya li Kurdîstanê PKK ye. Di heyama PKKê de jî navên bê qîmet ên wekê Rojda, Hîvda û gelek navên din derketine holê.

Înce bal kişand pêwîst nîne ku hamî nav Erebî bibin. Dûvre Înce wiha ragihand: “Dibe ku nav Tirkî, Kurdî an jî ji zimanên din bibe. Resûlê Xweda navên ku dijî exlaq û fitretê ye guherandiye. Mînak navê Alparslan navekî Tirkî ye û dibê ku wek nav li zarokan were dayîn. Wekê navê ku ji berê ve Kurd wek Zozan, Felemez û Ferzende tên bikaranîn.”

 “Navandin emelekî salih e”

Înce qal kir ku qasidê hêjatirbûna ferîşte û melekan a ji îblîs ew e ku di Qur’ana Pîroz de Xweda bi Hz Adem navan daye zanîn. Her wiha Înce destnîşan kir ku navên herî baş û xweş navên Xweda ye.

Înce anî bibîranîn Pêxember ferman kiriye ku navên xweş li zarokan were danîn û Wî li 3 zarokên Hz ‘Elî navên Hesen, Huseyîn û Muhsîn ên ku wateya wan rindahî û xweşikî ye daniye. Dûvre Înce diyar kir ku navandin emelekî salih e. (ÎLKHA)


 







Bu haberler de ilginizi çekebilir