• DOLAR 32.48
  • EURO 34.848
  • ALTIN 2440.251
  • ...
Mayina PKKê bû sedema mirina zarokek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Giyadîna Agiriyê bombeya ku ji teref PKKê ve berê hatibû bicîkirin hat înfilaqkirin. Di encama înfilaqê de zarokekî 14 salî ya ku şivantî dikir jiyana xwe ji dest da.

Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Agirêyê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Gundê Taşkesena girêdayê navçeya Giyadînê ye bombeya ku ji teref PKKê ve berê hatibû bicîkirin hat înfilaqkirin. Di encama înfilaqê de zarokekî 14 salî ya ku şivantî dikir jiyana xwe ji dest da.

Daxuyanî wiha hat domandin: “Li navçeya me ya Giyadînê li Gundê Taşkesenê di derdora Kurt Tepeyê ya operasyonên ku tên lidarxistin de bombeya ku ji teref PKKê ve berê hatibû bicîkirin hat înfilaqkirin. Di encama înfilaqê de zarokekî 14 salî yê bi navê Fettah Erdemê ku şivantî dikir jiyana xwe ji dest daye û Sînan Çîftçiyê 19 salî jî birîndar bûye. Birîndarê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê.”

Hat ragihandin ku piştî Serdozgera Komara Giyadînê ve tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir