Li Nisêbînê bi dehan mizgeft bûn xirabe
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê operasyon bi dawî bûne lê qedexeya derketina derve hêj berdewam dike.Di dîmenên ku ji navçê hatin kişandin de hat dîtin ku bi dehan mizgeft bûne xirabe.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê operasyon bi dawî bûne lê qedexeya derketina derve ev bû 117 roj ku hêj berdewam dike.Di dîmenên nû yên ku ji navçê hatin kişandin de hat dîtin ku bi hezaran mal, kargeh û mizgeft xera bûne.
Taxa Abdulkadîrpaşaya ku ji ber çal û barîkatan pevçûnên tund lê pêk hatin Mizgefta Demîrkapiyê zirareke mezin ditiye.Di dîmenên ku hatine kişandin de hat dîtin ku derî û şibakayên mizgeftê hatine şikandin û dîwar hatine xerakirin.Ji ber texrîbata ku di mizgeftê de hatiye kirin di mizgeftê de îbadet nayê kirin.
Li taxên Abdûlkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Kişla û Zeynel Abîdîna ku lê pevçûnên tund derketibûn jî rewşa mizgeftan bi heman awayî ye.
Tê îfadekirin Qur’an, mînber,derî şibake û tiştên din ên camiyên ku ji teref PKKyiyan ve wek mewzî hatibû bikaranîn texrîb bûne.(ÎLKHA)