• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Stenbolê Evîndarên Pêxember îda hev pîroz kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Evîndarên Pêxember a Şaxa Stenbolê li aliyê Ewrûpayê bernameya pîrozkirina îdê lidar xist.gelek kes beşdarê bernameya ku wek kevneşopî her sal tê lidarxistin bû.

Bername, bi tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir. Bi hezaran Evîndarên Pêxember beşdarê bernamê bûn. Serokê Vakifa Kerwana Umudê Cemal Çinar di bernamê de bernamê de axivî.

Çinar di destpêka axavtina xwe de cejna Yusufiyên di girtîgehê de pîroz kir. Dûvre wî axavtina xwe wiha domand: “Ji bo ku îzzet û heysiyeta Mislimanan were parastin gelek kesên ku bi derfetên kêm li wek her derê cîhanê  ji Îslamê  re xizmet kirine hatine girtin û di girtîgehê de ne. Ez cejna wan pîroz dikim.”

Cejnên ku wek kom bûne kevneşop

Di heyama ku bername didomiya de Koordînatorê Platforma Evîndarên Pêxember a Şaxa Marmarayê Cengîz Kurtalan wiha destnîşan kir: “Wek Evîndarên Pêxember em her sal endam, nûnerê xwe û gel li vir tînin cemhev. Birayên me yên li aliyê Ewrûpayê hemî hatin cemhev. Em bi hev re kêf û şahiya îdê dijîn.” 

Di heyama ku alema Îslamê xwîn diherikîne de şahiya îdê

Kurtalan diyar kir ku berê di derbarê vî bernamê de gel agahdar kirine. Dûvre Kurtalan wiha ragihand: “Li vir tişta girîng ew e ku niha li alema Îslamê xwîn dirije. Her çi qas cejnên me di nav hizn û şînê de derbas bibe jî înşaellah em hewl didin ku bi şiklekî kêfxweş cejna xwe bijîn. Ji vir dûbare ez cejna alema Îslamê pîroz dikim û hêvîdar im ku bibe wesîla xêrê.” (ÎLKHA)
 



























































Bu haberler de ilginizi çekebilir