• DOLAR 32.443
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2448.629
  • ...
 "Dê fitne xilas bibe, Misliman ruhê biratiyê bidest bixin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz beşdarê bernameya ku ji bo pîrozkirina cejna îdê bû. Yilmaz bal kişand ku dê di erdnîgara Îslamê de fitne xilas bibe û Misliman hemî bi hev re bijîn.

 “Bi fitne û fesadiya Emperyalîstan Mizgeftên Mislimanan tên bombebarankirin”

Yilmaz wiha axivî: “Bi fitne û fesadiya Emperyalîstan Mizgeftên Mislimanan tên bombebarankirin. Mislimanan ji hev re kirine dijmin. Ew wek kom, mezheb, partî ji hev veqetane. Di vî jihevbûnê de hatine rewşekî wisa ku xwîna hevdû dirêjin. Vê tabloya kovandar me çend roj berê li Iraqê dît 200 kes hatin qetilkirin. Li Medînê bombe hatin teqandin. Bi vê yekê hewl tê dayîn ku cejn û îdan ji Mislimanan re bikin jeher.”

Yilmaz axavtina xwe wiha domand: “Ez dibînim ku STKyên ji hev cûda hatine cem hev. Ev menzereya hanê ya li Diyarbekira ku heta doh jî bi bombeyan dihat nasîn pir mirov kêf xweş dike. Ez ji Platforma Evîndarên Pêxember re teşekûr dikim. Pêwîst e ku Misliman di nav yekitî û biratiyê de ruhê biratiyê bidest bixin. Em pirr mihtacê vî yekê ne.”

“Yilmaz dest nîşan kir hinek kes hewl didin bi bombeyan Mislimanan qetil dikin ku di nabeyna Mislimanan de biratî û yekitî saz nebe. Dûvre Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hinek rêxistin mizgeftan didin ber bomban ku Misliman kêf û şahiya cejn û îdan nekin. Hinek rêxistin jî di bin rêyan de bombe bi cî dikin û dibin sedema kavilbûna bajarên me. Di encama vê yekê de jî cejna Mislimanan jî dibe wek şîn û girînê.”

“Dê ev fitne xilas bibe û dê Misliman rûhê biratî û yekitiyê bidest bixin”

Yilmaz wiha pê de çû: “STK, partî, meşreb û mezheba kî çi dibe bila bibe divê ku di van rojên wiha de herkes bi şiklê wehdet û biratiyê bijî. Digel van jan û kederan digel vî fitneya ku di erdnîgara Îslamê de diqewime ez umîdwarim. Dê ev fitne xilas bibe û dê Misliman rûhê biratî û yekitiyê bidest bixin.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir