• DOLAR 32.574
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2460.99
  • ...
Firat Sîmpîlê ku bi bombeya PKKê hatibû qetilkirin li ber serê gora xwe hat bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke tê zanîn li navçeya Farqînê Diyarbekirê di 30 tîrmeha 2015an de  ji ber teqîna mayîna ku PKKê li ser rê bi cî kiribû Firat Sîmpîl jiyana xwe ji dest dabû.Firat Sîmpîlê ku bi mayîna PKKê hatibû qetilkirin li ber serê gora xwe ji teref malbat û hevalên wî ve  hat bîranîn.

Naskiriyên Firat Sîmpîlê ku hatibû qetilkirin li ber serê gora wî, jê re dia kirin û di derbarê mijarê de ji İLKHAyê re axivîn.Dê Kadrîya Xanim di derbarê qetilkirina lawê xwe de diyar kir Firat zarokekî helîm û selîm bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zirara wî ji tu kesî re tunebû.Ê ku diçe nema tê.Xweda heqê lawê min ji wan re nehêle.Di eydê de hevalên Firat digerin û ez jî dirûnim digrîm.Êdî eyda me nîne.Heta ku dinya xera bibe ew ê êşa Firat di dilê min de bimîne.Ev bû nêzî salek ji ser mirina wî re derbas bû, lê hêj êşa wî weke doh di dilê me de ye.Xweda  heqê me ji wan re nehêle.”

“Min gelekî bêriya birayê xwe kir”

Mirad Sîmpîlê ku kekê Firat Sîmpîl e dema ku qala birayê xwe dikir hêstir ji çavê wî barıyan û bi şikleke kelegirî wiha axivî: “Firat her çi qas biçûk bû jî di meha Remezanê de haya xwe ji rojiya xwe dikir û rojî digirt.Min wî dibire mektebê û  min wî dianî.Tu car ne hevalên wî û ne jî mamosteyên wî di derheqê wî de gazin nekirin.Ev bû du eydên bêyî Firat.Her çi qas zor be jî em hewil didin ji tunebûna wî re hîn bibin.Eleqê xwe ji tu kesî nedinanî.Di Remezanê de rojiyên xwe îxmal nedikir.Min gelekî bêriya wî kir.Bila zarokên mîna wî nemirin, nexasim bi vê wehşetê bila qet nemirin.”

Hevalên Firat Sîmpîl ên ku  nikaribûn wî ji bîr bikin qebra hevalê xwe ziyaret kirin .İhsan Kiriciyê ku hevalê wî bû di derbarê Firat de wiha axivî: “Me bi Firat re şev û biro dileyst.Ji bo min hevalekî pir baş bû.Me temamê eydan digel hev diborand.Lê em vê eydê bêyî wî derbas dikin.Dema ku em bi hev re diçûn dersa Qur’anê ew berî me diçû û piştî me vedigeriya  malê.Nimêja xwe dikir û rojî digirt.”

Qasim Kiriciyê ku hevalê Firat bû di derbarê wî de diyar kir Firat xwediyê exlaqke baş û xweş bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em her tim bi hev re digeriyan.Berî ku jiyana xwe ji dest bide bi rojekê jî em bi hev re bûn.Bû sibe em şiyar bûn û ji me re gotin ku ew miriye.Me gelekî beriya wî kir.Xweda heqê wî ji wan re nehêle.”

Sînan Kurkarê ku him heval û him jî naskiriyê Firat bû jî wisa axivî: “Ez û Firat her tim bi hev re lîstik dileyst û carinan dihat mala me û em li ser banê mala me, me ji xwe re dileyst.Dema ku ez serê şeveqê ji malê derketim hemû kes li hev kom bûbûn û gotin Firat miriye.Xwezî a niha sax bana û di nav me dabana.Xwezî me eyda xwe bi hev re kiribana.”

Recep Kirtayê ku li ser hevalê xwe şîîr nivîsandibû di derbarê Firat de wiha axivî: “Min xebera mirina Firat ji televîzyonê hînbûm. Û ji ber ku min wî di wî halî de dît piçekî hestiyar bûm.Bi dîtina şıkla mirina wî min tiştên ku ji dilê min dihat nivîsand .Helbesta ku min nivîsand dû re ji teref hunermendên Ajansa Ozlemê ve hatin bidengkirin.Xweda heqê wî ji zaliman re nehêle.Xweda di vî halî de encax dikare ji Xweda re vê yekê hewale bike.”

Firat Sîmpîlê ku di 30 tîrmeha 2015an de ji bo kirîna sebzayan ji mala xwe derketibû  ji ber înfîlakkirina mayîna PKKyiyan jiyana xwe ji dest dabû.(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir