• DOLAR 32.542
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2458.81
  • ...
 Ji Diyanetê di derbarê heyvê de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Lijneya Bilind a Karên Diyanetê Ekrem Keleş ji ber ku di serî de Erebîstana Siûd û gelek dewletên Ereban diyar kiribûn ku ji ber ku heyv xuya nake ew ê îro jî rojî bigirin daxuyaniyek da.Keleş di daxuyaniya ku da de diyar kir esas ne ew e ku heyv mehelî xuya bikî; esas ew e ku heyv hema li derekî dinyayê xuya bikî ye.

Keleş di berdewama axavtina xwe de diyar kir gurhatinên ku ji ferqitiya îçtîhadan pêk tên ew ê zirarê nedin îbadetan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hinek welat ji bo xelasbûna rojiyê ji xwe re li welatên xwe xuyakirina heyvê esas digirin ne hema li derekî cîhanê xuyakirina heyvê. Weke ku di vê eydê de çêbû sedama kirina eyda li gor Tirkiyê piştî rojekî ji ber vê yekê ye. Guhartinên ku ji ferqitiya îçtîhadan pêk tên ew ê zirarê nedin îbadetan.Remezana Şerîf di 4ê Tîrmehê de xelas bû.5ê tîrmehê eyd e.Heyva Remezanê ji 4ê tîrmehê pê ve li Emrîkaya Başûr hatiye dîtin.”

Keleş di berdewama axavtina xwe de diyar kir diyanet xuyakirina heyvê ya mehelî esas nagire , diyanet xuyakirina heyva hema li derekê cîhanê esas digire.

Her weke ku tê zanîn Misir,Urdun, Katar, Erebîstana Siûd û ji teref Navenda Lêkolîna Heyvê ya Wezareta  Weqfên Fîlîstînê  civînek hatibû li dar xistin û di wê civînê de hatibû ragihandin ji ber ku heyv xuya nekiriye pêwîst e Remezan 30 roj be û ji ber vê yekê hatibû ragihandin ku ew ê eydê roja çarşemê pîroz bikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir