• DOLAR 32.436
  • EURO 34.776
  • ALTIN 2398.369
  • ...
Helîkoptera eskeriyê ket: 6 kes jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin helîkoptera ku femandar tê de bûn û ji bo pîrozbahiyê diçû qereqolên heremê ket.Di qezaya ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan.

Helîkoptera ku fermandar di nav de bûn li çoltera gundê Tohumluka navçeya Alucraya Gîresûnê  ket.Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîrtiyê hatine wergirtin di helîkopterê de 8 jê esker û 7 jî naskiriyên eskeran tevde 15 kes  hebûn.Di qezaya ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan.

Serokwezîr Bînalî Yildirim di derheqê qezayê de daxuyaniyek da.Yildirim di daxuyaniya ku da de diyar kir agahiyeke eseh a di derheqê qezayê tune ye , tenê tê diyarkirin ji ber qezaya ku pêk hatiye mirî û birîndar hene.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di helîkopterê de Wekîlê Fermandarê Heremê ya Cendirmeyan Mustafa Dogru û xanima wî ya bi navê Nuran Dogan û her wiha 15 kesên ku di nav de wezîfedarên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr a Gîresûnê jî 15 kes hene. Ev heyeta ku ji 15 kesan pêk dihat diçûn ziyareta malbatên ku naskiriyên wan jiyana xwe ji dest dane.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir