Wesayît teqle avêt: 5 birîndar
Li ser Rêbeja Diyarbekir-Êlihê di derdora Gundê Çoltepeyê wesayîta ku ji kontrolê derket teqle avêt. Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin bûyer di derdora saet 07.30an de li nêzî Gundê Çoltepeyê de qewimî.
Wesayîta Hakîm Gumuşê 32 salî ya bi pleqa 33 NYM 92, di derdora Gundê Çoltepeyê ji ber ku ji kontrolê derket teqle avêt. Piştî ku xeber dan serwîsa acîlê tîmên tendirûstiyê hatin wir.
Di qezayê de Hakîm Gumuşê ajovan (32) 3 zarokên wî yên bi navê Helîn(6), Seher (7), Humeyra Nur (3) û pîreka wî Şukran Guneş (38) birîndar bûn. Li wir midaxaleya ewil li birîndaran hat kirin. Dûvre birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîsmîlê.
Hat ragihandin ku dê Şukran Guneş û zarokên wê rakirine Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Diyarbekirê.
Di derbarê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)