• DOLAR 32.591
  • EURO 35.045
  • ALTIN 2461.837
  • ...
 "Ev peyman bes kêrê Îsraîlê hatiye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Qudsa Azad bi minasebeta ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ ya ku roja înê ya herî dawî ya Meha Remezanê tê îhyakirin li Entabê çapemeniyê ya girseyî hat lidarxistin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî piştî nimêja Înê di Parka Balikliyê de hat lidarxistin. Beriya daxuyaniyê Qur’ana Pîroz hat xwendin. Piştî Tîlaweta Qur’ana Pîroz daxuyaniyê li ser navê Platforma Qudsa Azad Serokê Rahmet-Dera Entabê Adem Kilinç xwend.”

Kilinç diyar kir ku rizgarkirina ji îşqala Sîyonîstan a Qudsa ku qibla ewil e wezîfa her Mislimanê ye. Dûvre Kilinç daxuyaniyê wiha domand: “Gelek şehr û herêmên ku li Asya, Ewrûpa û hetta Efrîqayê ji teref Mislimanan ve hatiye fetihkirin û dûvre mecbûr mane ku di destê kafiran de hêştine hene. Lê tu der wekê îşqalkirina Qudsê Mislimanan xemgîn nekiriye.”

 “Pirsgirêka Filîstînê bes pirsgirêka Mislimanên Filîstînê nîne”

Kilinç wiha pê de çû: “Quds, ala cîhanê ye. Kesên ku wê derê di destê xwe de bigirin di dinyayê de dibin xwedî soz. Di vî bergehê de ev elameta hâkimiyetê ye. Rojên ronî yên alema Îslamê bi îşqala Qudsê re ziviriye rojên tarî. ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ roja hişyarbûna hişmendiya tewhîd û Îbrahîmî ye. Heta ku azadiya Qudsêm neyê parastin mirov ne dikare mafên însanan biparêze. Divê ku baş bê fêmkirin ku pirsgirêka Filîstînê bes pirsgirêka Mislimanên Filîstînê nîne.”

 “Di şûna rakirina dorpêçê wek şert û mercî sivikkirina dorpêçê nayê qebûlkirin”

Kiliç wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Ev peyman ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Mislimanên mexdûr û belengaz ên Xezeyê nîne. Peymana ku Tirkiyê bi Îsraîlê re îmza kiriye bes kêrê Îsraîl hatiye. Di şûna rakirina dorpêçê wek şert û mercî sivikkirina dorpêçê nayê qebûlkirin. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir