Yetîm-Dera Ewrûpayê li Midyadê alîkariya mihtacan kir
Yetîm-Dera Ewrûpayê li navçeya Midyada Mêrdînê alîkariya erzaqê li malbatên hêtîm û mihtacan kir.
Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku wek Saziya Alîkariya Navneteweyî wek navend li Almanya karûbarên xwe didomîne li navçeya Midyadê alîkariya 30 malbatan kir.
Alîkariya ku wek pakêt ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê ve hatibû şandin li Midyadê ji teref Azîm-Derê ve li malbatên feqîr û belengaz hat belavkirin.
Serokê Komîsyona Azîm-Derê M.Saît Başaran di derbarê alîkariyê de daxuyanî da. Başaran wiha axivî: “Bi taybet li ser navê Yetîm-Dera Ewrûpayê em ji xmrxwazan re teşekur dikin. Xweda xêra wan qebûl bike. Em jî ji vî yekê re bûn pir û me vî alîkariyê li malbatên feqîr belav kir. Dê alîkarî û tespîtên di derbarê vî yekê de bidome.” (ÎLKHA)